1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Deryaya Sipî bêtirî 1000 xweavêjên bextî mirine
Li Deryaya Sipî bêtirî 1000 xweavêjên bextî mirine

Li Deryaya Sipî bêtirî 1000 xweavêjên bextî mirine

A+A-

 

 

Dezgeha Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM)ê got ku di paşîya ḥefteya çûyî de di derava Lîbyayê de 204 bextxwaz mirine.

 

Dezgeh dibêje di sala 2018ê de li Deryaya Sipî bêtirî 1000 kesî mirine.

Tê gotin ku Ewlehîya Beravên Lîbyayê 10 hezar bextxwazên ku dixwazin xwe bigihînin Ewrûpayê jî îsal bi paş ve vegerandiye.

IOM dibêje do ķelekeke piçûk noqî avê bûye lê 41 bextxwaz hatine xelaskirin.

Roja înê ‘ķelekeke gelek xeter’ a ji alîyê bazirganên mirovan ve bikarhatî di qezayeke de noq bûye û tevlî 3 bebekan 103 bextxwaz mirine.

Birêvebirê tevahîya IOMê William Lacy Swing got ji bo ku ew wî awayî bi çavên xwe bibine ew ê here Lîbyayê.

Şefê misyona IOMê yê Lîbyayê Othman Belbeisi dibêje “li Deryaya Sipî, nêzî beravên Lîbyayê di rojên paşîn de zengila mirina bextxwazan lê dide.

Li gora jêderên fermî-resmî yên herêmî û navneteweyî, li Lîbyayê ji 24 welatan koçber hene.

Ji sedî 95ê wan Efrîqayîyên dixwazin di ser Deryaya Sipî de biçin Ewrûpayê ne.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

             

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.