
Li Dêrsimê jî ‘varyanta Deltayê’ hat dîtin
Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bi 3 kesan re “varyanta Deltayê” ya vîrusa coronayê hat tesbîtkirin.
Jin û mêrekî ji Iraqê çûne Dêrsim û mirovekî wan bêhal ketin û li ser vê yekê bi gumana Covid-19ê çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.
Karmendên tenduristiyê li nexweşxaneyê testa her 3 kesan kir û hat tesbîtkirin ku bi varyanta Deltayê ya Covid-19ê ketine. Kesên navborî li malên wan hildan bin karantînê.
Rêvebirê Tenduristiyê yê Bajêr Çagdaş Ozdemir ragihand ku ji ber geştên ji bajarên hawirdor varyanta Deltayê hat dîtin.
Ozdemir da zanîn ku varyanta Deltayê li malekî tenê hatiye dîtin û got: “Welatiyê me yê xelkê Dêrsimê bi navê H.C û hevjîna wî ya xelka Iraqê E.A.F.A ji bo testê serî li nexweşxaneya me dan û derket holê ku herdu bi varyanta Deltayê ketine. Lê belê xuya ye ku ji niha pê ve pêketin dê bêtir di varyanta Deltayê de bin. Derbarê vayranta Deltayê de pirsgirêka sereke ev e, bi taybetî di nav ciwanan de dibe sedema nexweşiyê. Bê guman di vê yekê de bandorê wê jî heye ku bê vaksîn in.”
Ozdemir diyar kir ku di pêketina varyanta Deltayê de maweyên îzolasyonê piçek din dirêj e û got: “Rêjeya pozîtîfbûnê piçek din dereng dibe. Heta roja 14emîn varyatên Deltayê pêkan e ku pozîtîf bin. Ji xeynî wê niha li bajarê me jimara tûşbûyan gelekî kêm bûye.”
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.