1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Dêrsimê biryara valakirin û rûxandina 8 gundan hat dayîn
Li Dêrsimê biryara valakirin û rûxandina 8 gundan hat dayîn

Li Dêrsimê biryara valakirin û rûxandina 8 gundan hat dayîn

A+A-

Qeymeqamiya Qezaya Pulurê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê, li devera ku wek “herêma metirsî li ser” ‎ragihandiye biryara valakirin û rûxandina 8 gundan da.‎

 

Qeymeqamiya Pulurê, gundên ser bi qezayê Arslandogmuş, Gozeler, Yeşilyazi, Kuşluca, Yarimkaya, ‎Yaylagunu, Molaaliler û Buzlutepe wek “herêma karesatbar” îlan kirin. Piştî vê biryarê Qeymeqamiyê ‎nivîsek ji muxtaran re şand û têde tê gotin ku divê ew gund bên valakirin û xaniyên heyî jî bên ‎ruxandin.‎

 

Di nivîsa bi îmzeya Qeymeqamê Pulurê Selçuk Haskiriş de ku 16ê Hezîranê hatiye şandin wiha tê gotin: ‎‎“Li gor Maddeya 14 ya yasaya hejmar 7269, li cihên şaredarî lê hebin şaredarî, yên şaredarî lê nebin ‎encûmenên pîran divê vê biryara qedexekirî ya herêma karesatbar cîbicîh bikin. Eger berevajiya wê bê ‎kirin, dê avahiyên hene û yên tên çêkirin bi fermana walî yan jî qeymeqam bên rûxandin.”‎

 

Di nivîsê de tê gotin ku dive welatiyên li wan cihên navê wan di lîsteyê de hene bên agahdar kirin ku di ‎xaniyên wan bên rûxandin û herwiha ew belgeyên tên şandin ji qeymeqamiyê re bên şandin û agahî ‎bên dayîn.‎

 

Hikûmeta Tirkiyê biryara telebendkirina Çiyayê Munzurê û derxistina kanzayan li wê navçeya Bakurê ‎Kurdistanê daye. Rûberê ku biryar e bê telbendkirin 43 hezar û 350 donim e û beşeke parka niştîmanî ‎ya Mûnzurê jî li xwe digre, mohleta karkirina di projeyê de dane kompaniyeke sektora taybet. Wiha ‎dixuye ku ev biryara qeymeqamiyê jî di vê çarçoveyê de hatibe wergirtin.‎

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.