1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Çiyayê Agirî yekem berfa salê barî
Li Çiyayê Agirî yekem berfa salê barî

Li Çiyayê Agirî yekem berfa salê barî

A+A-

 Li Çiyayê Agiriyê li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê yekem berfa barî û çiya bi berfê xemilî.

Barana ku li herêmê dibare, li serê Çiyayê Agiriyê ku li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xala herî bilind e, vegerand berfê.

Çiyayê Agiriyê yê ku 5 hezar û 137 metre bilind e, ji serî û heya ciyê bi qasî 3 hezar û 500 metreyî bi berfê xemilî.

Li Bakurê Kurdistanê bi piranî berfa salê li Çiyayê Agiriyê dikeve. Li vir barîna berfê wekî pêşxebera zivistanê tê qebûlkirin.

Gelê herêmê piştî ku li serê Çiyayê Agiriyê berf dibare, dest bi tedbîrên xwe yên zivistanê dikin.

Etiketler :

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.