1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Çînê nexweşxaneya 1000 qeryoleyî ji bo nexweşên vîrûsa Koronayê amade ye
Li Çînê nexweşxaneya 1000 qeryoleyî ji bo nexweşên vîrûsa Koronayê amade ye

Li Çînê nexweşxaneya 1000 qeryoleyî ji bo nexweşên vîrûsa Koronayê amade ye

A+A-

Li Çînê nexweşxaneyek taybet ji bo pêşwazîkirina nexweşên vîrûsa Koronayê di heyama 10 rojan de hat avakirin. Nexweşxane li bajarê Wuhan e, navê wê ‎Housheshan e ku tê wateya “Çiyayê Xwedayê Agir”.

Beşê zêde yê nexweşxaneyê ji kabîneyên plastîkî ‎hatiye çêkirin. Niha stafê pizîşkî bi amadekirina textê vehewandina nexweş û amûrên pizîşkî ve mijûl in ‎daku yekser pêşwaziyê li yekem nexweş bikin.‎

Staf ji hezar û 400 pizîşkên serbazî pêk tê ku berê di salên 2002 û 2003an de beşdarî rûbûrûbûna vîrûsa ‎Sars bûne ku wê demê ji ber wê vîrûsê li Çîn û Hong Kongê 650 kesan canê xwe ji dest dabûn.‎

Derbarê vê yekê de pizîşkê serbazî Zhang Shoufeng dibêje: “Ezmûneke baş a pisporên tîmê me heye di rûbirûbûna virûs û wan zîndewerên mikro-biyolojîk de ku ‎bi rêya hewayê tên veguhestin. Herwiha çendîn car beşdarî rêgirtin û kontrolkirina nexweşiyên tên ‎veguhestin û metirsîdar bûne.”‎

Tê çaverêkirin ku ji xeynî pêşkêşkirina çavdêriya tendirustî, nexweşxane roleke bi bandor di bilezkirina ‎pişkinîna wan rewşan de bibîne ku guman ji wan tê kirin vîrûsa Korona gihiştibe wan.‎

Zhang Shoufeng hewiha got: “Ligel hevkarîkirina bo dîtina vîrûsê, pêşkêşkirina şîretan li ser xweparastina ji vîrûsê, pişkinînên ‎pizîşkî bo wan nîşaneyên ku li ber dest in, em diçin rêzên pêş ên rûbirûbûna vîrûsê daku proseya ‎pişkinîna yên guman ji wan tê kirin bileztir bikin.”‎

Ji xeynî vê nexweşxaneyê, niha kar li ser yeke din a 1600 qeryoleyî tê kirin ku biryar e di dawiya hefteyê ‎de bê temam kirin û dest bi xizmeta wan kesan bike ku vîrûsa Korona gehiştiye wan.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.