1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li cîhanê nêzîka 400 milyon karker di hejariyê de dijîn
Li cîhanê nêzîka 400 milyon karker di hejariyê de dijîn

Li cîhanê nêzîka 400 milyon karker di hejariyê de dijîn

A+A-

Li seranserê cîhanê zêdeyî 360 milyon karker di hejariyê de dijîn, wate ji her pênc karkeran, li cîhanê ‎karkerek di asta hejariyê de dijî û meaşê werdigire têra pêdiviyên wî/ê yê jiyanê nake.‎

Rêxistina Navdewletî ya Kar raportek derbarê rêjeya hejariyê di nav karkeran de belav kiriye û ‎ragihandiye ku li ser asta cîhanê bi giştî 630 milyon karker di hejariyê de dijîn û meaşê wan rojane di ‎navbera 1.9 heta 3.2 dolar de ye. Li gor raportê, ev pere têr nakin karkeran ji hejariyê rizgar bikin û pê ‎jiyaneke normal bijîn.‎

Di raportê de welat bo sê beşan hatine cudakirin, welatên xwedî mûçeyê kêm, welatên xwedî mûçeyê ‎navendî û herwiha welatên xwedî mûçeyê di ser navendî re.

Rêxistina Navdewletî ya Kar ‎ragihandiye ‎ku di hejariya dijwar de, kirêya rojane ya karkeran kêmî 1.9 dolar û di hejariya navîn de 1.9 heta 3.2 ‎dolaran di rojekê de werdigirin.

Li gor pêşbîniyên rêxistinê, di sala 2024ê de rêjeya hejariyê di navbera ‎karkeran de bi awayekî berçav kêm dibe.‎

Hejarî di nav çîna karkeran de

Li seranserê cîhanê zêdeyî 360 milyon karker di hejariyê de dijîn.

Mûçeyê wan ê rojane di navbera 1.9 heta 3.2 dolar de ye.

Sala 2024ê rêjeya hejariyê di nav karkeran de bi awayekî berçav kêm dibe.

Li ser asta cîhanê

Sala 2019‎

‎234 milyon karker di hejariyeke dijwar de dijîn.

‎402 milyon karker di hejariya navîn de dijîn.

Bi giştî 636 milyon karker di hejariyê de dijîn.

‎Sala 2024‎

‎210 milyon karker di hejariyeke dijwar de dijîn‎.

‎380 milyon karker di hejariya navên de dijîn‎.

Bi giştî 295 milyon karker di hejariyê de dijîn.

Welatên xwedî mûçeyê Kêm

Sala 2019‎

‎112 milyon karker di hejariyeke dijwar de dijîn‎.

‎81 milyon karker di hejariya navîn de dijîn‎.

Bi giştî zêdeyî 96 milyon karker di hejariyê de dijîn.

Sala 2024‎

‎115 milyon karker di hejariyeke dijwar de dijîn.

‎95 milyon karker di hejariya navîn de dijîn‎.

Bi giştî 105 milyon karker di hejariyê de dijîn.

Welatên xwedî mûçeyê navîn

Sala 2019‎

‎112 milyon karker di hejariyeke dijwar de dijîn‎.

‎270 milyon karker di hejariya navîn de dijîn‎.

Bi giştî 382 milyon karker di hejariyê de dijîn.

‎Sala 2024‎

‎82 milyon karker di hejariyeke dijwar de dijîn‎.

‎230 milyon karker di hejariya navîn de dijîn‎.

Bi giştî 156 milyon karker di hejariyê de dijîn.

Welatên xwedî mûçeyê ji navîn zêdetir

Sala 2019‎

‎11 milyon karker di hejariyeke dijwar de dijîn‎.

‎51 milyon karker di hejariya navîn de dijîn‎.

Bi giştî 31 milyon karker di hejariyê de dijîn.

‎Sala 2024‎

‎10 milyon karker di hejariyeke dijwar de dijîn‎.

‎30 milyon karker di hejariya navîn de dijîn‎.

Bi giştî 20 milyon karker di hejariyê de dijîn.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.