1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Çewligê piştî 30 rojan dîsan korona hat dîtin
Li Çewligê piştî 30 rojan dîsan korona hat dîtin

Li Çewligê piştî 30 rojan dîsan korona hat dîtin

A+A-

Li Çewligê ku 30 roj e kes bi vîrusa koronayê neketibû, testa koronayê ya hinek welatiyên ku berî qedexeya 4 rojan çûnê bajêr pozîtîv derket. Piştî testa hinek kesan pozîtîv derket, ji bo zêdetir belav nebe tedbîr hatin wergirtin û kesên ligel wan ketine temasê hatin destnîşankirin.

Li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê mehek dibe ti rewşên nû yên koronayê nehatibûn dîtin, lê testa koronayê ya hinek welatiyan ku berî qedexeya 4 rojan hatine bajêr pozîtîv derket.

Di vê çarçoveyê de tîmên ser bi Rêveberiya Tendirûstî ya Bajêr kesên bi wan re ketibûn temasê xistin jêr çavdêriyê.

Herwiha daxwaz ji kesên berî qedexeyê çûne bajêr hat kirin ku heta 14 rojan ligel kesî nekevin temasê û piştî cejnê jî tedbîr bên wergirtin.

Rêveberê Tendirûstiya Bajêr Dr. Mehmet Emîn Gundogdu jî ragihand ku kesên bi koronayê ketine û yên ligel wan ketine temasê hatine konttrolkirin. Lê hejmar nehatiye dayîn ka li bajêr testa koronayê ya çend kesan pozîtîv derketiye.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.