1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li bazarên cîhanî nirxê bermîla petrolê bilind bû
Li bazarên cîhanî nirxê bermîla petrolê bilind bû

Li bazarên cîhanî nirxê bermîla petrolê bilind bû

A+A-

Li bazarên navneteweyî bermîla petrola brent bi 74,61 dolarî tê firotin.

 

Îro bermîla petrola brent ji saet 09.33an pê ve ji sedî 0,39 zêde bû û bû 74,61 dolar. Di heman demê da bermîla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 65,88 dolarî hat firotin.

 

Bermîla petrolaa brent duh heta 74,57 dolarî zêde bû û di dawiya rojê de bo 74,32 dolarî daket.

 

Li gor daneyên Îdareya Enformasyonê ya Vejenê ya Amerîkayê li welêt stokên petrola xam a ticarî hefta borî li gor heftaya beriya wê 5,5 milyon bermîl zêde bû.

 

Li Amerîkayê hilberîna petrola xam hefta borî li gor heftaya beriya wê 100 hezar bermîl zêde bû.

 

Bi vî awayî di navbera 13-19ê nNsanê de li Amerîkayê hilberîna petrol xam rojane qasî 12,2 milyon bermîl bû.

 

Ji aliyê din ve Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî, duh got pêwîstiya Îranê çiqas hinardekirina petrolê hebe ew dê hinarde bikin, hewldanên Amerîkayê yên dixwaze petrola Îranê tune bike dê vala derkevin.

 

Pispor dibêjin dorpeçên Amerîkayê yên li hemberî Îranê dê dahata petrola ya Îranê ji 10 milyar dolaran zêdetir kêm bike.

Etiketler : , , , ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.