1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Başûrê Kurdistanê 7 kesên din tûşî Koronayê bûn
Li Başûrê Kurdistanê 7 kesên din tûşî Koronayê bûn

Li Başûrê Kurdistanê 7 kesên din tûşî Koronayê bûn

A+A-

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, 7 kesên din li Hewlêr û Silêmaniyê bi vîrusa COVID-19 ketine û hejmara tûşbûyên koronayê li Kurdistanê gihîşte 54 kesan.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ji wan 7 kesan kesek li Hewlêrê û 6 kes jî li Silêmaniyê tûşî vîrusa Koronayê bûne.

Di daxuyaniyê de tê gotin, di 24 demjimêrên bihorî de li Heêrma Kurdistanê pişkinîna koronayê bo 191 kesên din hatiye kirin ku 89 kes li Hewlêrê, 62 kes li Silêmaniyê û 40 kes jî li Duhokê bûne.

Wezareta Tendirustiyê dibêje, encama 7 ji wan pişkinînan pozîtîv bûye û bi vê yekê 7 haletên nû yên tûşbûna bi koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin.

Derbarê wan 7 kesan de jî Wezareta Tendirustiyê dibêje, tûşbûyê Hewlêrê zilam û 29 salî ye, şeş tûşbûyên Silêmaniyê jî, yek ji wan 37 salî û ji bajarokê Sengeserê ya devera Raperînê ye (pêştir hatibû ragihandin), yekî din 45 salî û xelkê Derbendîxanê ye, ku yekemîn kes e li vê qezayê tûşî koronayê dibe, tûşbûyên din jî xelkê bajarê Silêmaniyê ne, ku yek ji wan jin e û 39 salî ye û kesên din zilam in û 28, 62 û 48 salî ne.

Wezareta Tendirustiyê amaje bi wê yekê kiriye, ku 4 ji tûşbûyên nû serdana derveyî welat kirine , lê belê 3 kesên din serdana derveyî welat nekirine, du kesan jî ji tûşbûyên din vîrus wergirtine.

Li gor amarên ku Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê belav kirine, hejmara tûşbûyên COVID-19 li seranserê herêmê gihîştiye 54 kesan, ku 13 kes ji wan baş bûne û tenê kesekî jiyana xwe ji dest daye. Kesên din jî hêj li nexweşxaneyan in û di jêr çavdêriya pizîşkan de ne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.