1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Başûrê Kurdistanê 17 kes bi Coronayê mirin
Li Başûrê Kurdistanê 17 kes bi Coronayê mirin

Li Başûrê Kurdistanê 17 kes bi Coronayê mirin

A+A-

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê amarên nû yên pêketin û mirina bi Coronayê belav kir û ragihand, di 24 demjimêrên bihorî de 523 kesên din li herêmê bi vîrusa Coronayê ketine û 17 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, di 24 demjimêrên derbasbûyç de 3 hezar û 731 pişkinînên taybet bi Coronayê li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê hatine kirin û li gor encamên wan pişkinînan, 523 kes encamên pişkinînên wan pozîtîv bûne û bi vîrusa COVID-19 ketine.

Wezareta Tendirustiyê daye xuyakirin, ku ji wan 523 pêketiyên nû 194 kes li Hewlêrê, 129 kes li Silêmaniyê (tevî 31 pêketiyên li Germiyanê), 189 kes li Duhokê û 11 kes jî li Helebceyê ne.

Li gor amarên nû, herwiha di 24 demjimêrên bihorî de 17 kes ji nexweşên Coronayê li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, ku 10 kes ji wan li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê û kesek jî li Helebceyê ye.

Di daxuyaniya wezareta tendirustiyê de amaje bi amara kesên başbû jî kiriye û diyar kiriye, herdî dawî 857 nexweşên Coronayê jî baş bûne ku 215 kes li Hewlêrê, 575 kes li Silêmaniyê, 36 kes li îdareya Germiyanê û 31 kes li Helebce ne.

Li gor amarên wezaretê, ji destpêkê ve heta niha 276 hezar û 735 pişkinînên Coronayê li Herêma Kurdistanê hatine kirin, li gor encamên wan pişkinînan jî 24 hezar û 794 kes bi vîrusa COVID-19 ketine û 903 kes ji wan jî jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha ji destpêkê ve heta niha 14 hezar û 885 kes ji nexweşên Coronayê jî baş bûne.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.