1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Agirî dema minîbûsa karkeran derbas dibû teqîn çêbû
Li Agirî dema minîbûsa karkeran derbas dibû teqîn çêbû

Li Agirî dema minîbûsa karkeran derbas dibû teqîn çêbû

A+A-

 Li bajarê Agirî dema minûbûsa karkerên çêkirina dîwarê ewlekariyê derbas dibû teqîn çêbû û di encam de karkerekî canê xwe ji dest da û 7 karker jî birîndar bûn.

 

Li bajarokê Bazîdê yê Agirî ser sînorê Tirkiye-Îranê dema minîbûsa karkerên çêkirina dîwarê ewlekariyê derbas dibû teqemeniyeke ku berê hatibû danîn teqiya û li gor agahiyên destpêkê karkerekî canê xwe ji dest da û 7 karker jî birîndar bûn.

 

Bûyer, demjimêr derdora 07.45 li qezaya Bazîdê ya Agirî nêzîkê Qereqola Haşim Eroglu ser sînorê Tirkiye-Îranê qewimî. Li ser sînorê navbera Tirkiye û Îranê dîwarek, bi dirêjahiya 144 kîlometre, berfirehiya 2 metre û bilindahiya 3 metreyan tê çêkirin.

 

Dema minîbûsa karkerên çêkirina dîwar derbas bû teqemeniyeke ku berê hatibû danîn teqiya û di encam de 8 karker birîndar bûn. Gelek ambûlans bo navçeyê hatin şandin û birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê hatin veguhestin.

 

Lê li nexweşxaneyê ligel hewlên pizîşkan karkerê bi nave Şemsettin Çermik canê xwe ji dest da. Dermankirina 7 karkerên din jî berdewam e. Hêzên ewlekariyê li derdora cihê teqînê gelek tedbîr wergirtin.

 

Etiketler : , ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.