1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li 3 bajaran rêya 190 gundan hat girtin
Li 3 bajaran rêya 190 gundan hat girtin

Li 3 bajaran rêya 190 gundan hat girtin

A+A-

Li parêzgehên Wan, Mûş û Bedlîsê ji ber berfa zêda rêya 190 gund û gundikan hat girtin.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê ji ber berf û pûkê rêya 27 gund û gundikên bajêr hatine girtin û tîmên berpirsiyar bo vekirina rêyan kar û xebatên xwe berdewam dikin.

Herwiha li parêzgeha Mûşê rêya 113 gund û gundikan û li Bedlîsê jî rêya 50 gundan ji ber barîna zêde a berfê hatine girtin.

Îdareya Taybet a her du bajaran ragihandiye ku hem li gundan û hem jî li navendê kar û xebatên vekirina rê berdewam in.

Li Bakurê Kurdistanê, heta niha ji ber berf û pûkê rêya zêdeyî 2000 gund û cihên niştecihbûnê hatiye girtin.

Her çiqas tîmên peywendîdar rêyan paqij dikin jî, lê ji ber bênavber barîna berfê rê dîsan tên girtin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.