1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Leonîd Îsayev: Rûsya û Tirkiyê hesabê pêgeha Kurdan nekirine
Leonîd Îsayev: Rûsya û Tirkiyê hesabê pêgeha Kurdan nekirine

Leonîd Îsayev: Rûsya û Tirkiyê hesabê pêgeha Kurdan nekirine

A+A-

Di dema serdana Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan a bo Rûsyayê de, Serokê Rûsyayê, Vladimîr Putîn piştgiriya xwe bo avakirina navçeya aram li ser axa Rojavayê Kurdistanê aşkere kir. Çavdêrê siyasî û rojhilatzanê Rûs, Leonîd Îsayev jî ji Rûdawê re diyar kir, Rûsya û Tirkiyê, hesaba pêgeha Kurdan û herwiha hikûmeta Şamê nekirine, lewma zehmet e ku plana wan di pratîkê de were pêkanîn.

Dengvedana daxuyaniyên Serokê Rûsyayê, Vladimîr Putîn û pey re jî Wezîrê Derve yê wî welatî Sergey Lavrov, ku diyar kirin, Moskow piştgiriyê dide Enqerê ji bo damezrandina navçeya aram li rojhilatê Sûriyê, berdewam e. Lewre Serokê Tirkiyeyê piştî vegera ji Moskowê ragihand ku ew dê di demekî nêz de dest bi operasyona ji bo Herêma Ewle ya li Rojhilata Firatê bikin.

Analîstên Rûs, handana Moskowê ku Enqerê têkeve rojhilata Firatê, bi siyaseta wê ya pragmatîk ve girêdidin û amaje dikin, ku Rûsya dê piştgiriya her tevgereke li Sûriyê bike, ya ku dijî berjewndiyên Waşingtonê be.

Çavdêrê siyasî û rojhilatzanê Rûs, Leonîd Îsayev di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Pirs ne ew e, ka Rûsya û Tirkiye bikaribin li hev bikin li ser damezrîna Herêma Ewle, lê pirs ew, ku gelo, Rûsya, bi taybetî jî Tirkiye, di pratîkê de dikarin vê planê cîbicî bikin, an na. Ji ber ku Moskow û Enqere di vê mijarê de hesaba pêgehê kurdan û pêgehê Şamê nekirine. Lewma jî hesabnekirina pêgeha wan, dikare bibe eger, ku cîbicîkirina wê planê gelekî dijwar be.”

Di vê navbrê de ji Waşingtonê, nûnerê Pentagonê ragihand ku li ser navçeya aram a li Sûriyê, rayedarên serbazî yên Amerîkî û Tirkiyê danûstanên xwe didomînin.

Çavdêrê Rûs, Leonîd Îsayev herwiha dibêje, her aktorek li Sûriyê lîstika xwe dilîze û sûd ji yekê din werdigre û Moskow jî li gorî rêbazên lîstika xwe tevdigere.

Endamê Civata Peywendiyên Navnetewyî ya Rûsyayê, Grîgorî Lûkyanov jî ji Rûdawê re dibêje, ku ti hincetek jibo operasyona Tirkiyê ya di nav axa Sûriyê de nîne û tekez dike, Tirkiye bi wê operasyonê dê hêzên Kurdî û hikûmeta Sûriyê li dijî xwe rake.

Grîgorî Lûkyanov diyar kir: “Eger Tirkiye têkeve Rojhilata Firatê, ewê dê hêzên Kurdî û hikumeta Sûrî li dijî  xwe rabike. Herwiha, beşeke mezin a civaka navneteweyî jî dê dij derkeve, ji ber ku, ji bo oprasyoneke weha tu hincet tune. Ev yek di berjewendiya Rûsya de ye. Eger Tirkiye nekeve Sûriyê jî, ji Rûsyayê re dest dide. An ku her du variant di berjewndiya Moskowê de ne. Lewma jî, Rûsya pêwîst nabîne ku bi Tirkiyê re peywendiyên xwe xera bike.”

Ji aliyekî din, hin dezgehên midyayî yên biyanî tekez dikin ku Putîn û Erdogan lihev kirine, ku di berdêla kirîna firokeyên cengî de, Rûsya razî bûye ku Tirkiye herêmeke erdê Sûrî kontrol bike, û ne dûr e ku ew herêm Rojhilatê Firatê be.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.