
Lavrov: Veguhestina çekdaran ji Idlib bo Libya binpêkirina yasayên navdewletî ye
A+A-
Wezîrê derve yê Rûsyayê ragihand, veguhestina çekdarên ji Idlibê ji bo Lîbyayê, binpêkirin ji yasayên navdewletî re ye.
Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, îro di kongreyek rojnemevanî de digel hevposta xwe ya başûrê Sudanê ragihand, hejmareke zêde ya çekdarên dijberiya Sûriyê ji Idlibê ber bi Lîbyayê ve çûn e û ew yek, bi binpêkirina yasayên navdewletî binav kir.
Lavrov derbarê rewşa li parêzgeha Idlibê jî ragihand, divê çekdarên li Idlibê ji çekdarên terorîst werin cuda kirin, û pêwîst e çekdar li wê navçeyê xwe radest bikin.
Lavrov tekez kir, ew tu hesanikariyan, bi terorîstên li wê navçeyê re, nakin .
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.