1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Lavrov: Sûriye êdî derbasî qonaxeke nû dibe
Lavrov: Sûriye êdî derbasî qonaxeke nû dibe

Lavrov: Sûriye êdî derbasî qonaxeke nû dibe

A+A-

Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, Sûriye derbasî qonaxeke jiyana aştiyane dibe. Lavrov peyva Erebî bo komara Sûriyê bikar anî û got: Serweriya Komara Erebî ya Sûriyê dê bibe bingeheke herî guncaw ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan.

Wezîrên Derve yên Rûsya û Sûriyeyê, Sergey Lavrov û Welîd Muellîm beriya beşdarîkirina di 12mîn civîna Komîsyona Hevbeş a Hevkariya Bazirganî û Aborî ya navbeyna Rûsya û Sûriyê de li Moksowê civiyan.

Sergey Lavrov dide zanîn, ku bi piştgiriya serbazî ya Rûsyayê, hikumeta Sûrî êdî piraniya erdê xwe kontrol dike û ew piştgirî dê bidome. Lavrov herwiha piştrast dike, ku Rûsya dê hemû hewldanên xwe bike da ku serwerî û yeparçeyiya tevahiya Sûriyê misoger bike.

Lavrov got: “Sûriye êdî derbasî qonaxeke jiyana aştiyane dibe. Û gihandina vê qonaxê ta encameke mentiqî, û misogerkirina yekparî û serweriya Komara Erebî ya Sûrî, wê bibe bingeheke herî maqûl, ji bo çaresrkirina hemî pirsgirêkên girêdayî bi dabînkirina mafên tevaya komên etnîkî û mezhebî yên li Komara Sûrî.”

Welîd Muellîm li ser navê gel û serokatiya Sûriyê spasiya Rûsyayê kir û da zanîn, ku şerê terorê bi saya piştgiriya serbazî û dîplomasî ya Rûsyayê bi dawî tê û di proseya jinûveavakirina Sûrî de jî, Şamê dê pêşaniyê bide kompanyayên Rûsî.

Li gorî hin agahiyan, şanda Tirkiyê dê li Moskowê mijarên Sûriye û Lîbyayê gotûbêj bike. Hin analîst îdîa dikin, ku Tirkiye dixwaze hêzên rêxistina Wagner a ser bi Rûsyayê ve li Lîbyayê, piştgiriya xwe bo mareşal Xelîfe Hefter rawestîne, û hingê Enqere dikare li Idlîbê gavan paş de bavêje.

Rojhilatnas û siyasetzan, Konstantîn Truyevtsev ji Rûdawê re got: “Wagner, komeke serbazî ya taybet e. Di rastiyê de rewşa wê komê, li Rûsyayê jî zêde zelal nîne û Moskow peywndiya xwe pê re bi fermî qebûl nake. Dema ku Rûsya dibêje, ti têkildariya hikumeta Rûsya bi wan kesên çekdar re tune ye, yên ku eger bi nasnameya rûsî ve li Lîbyayê peyda bibin; çawa Rûsya dikare li ser vê mijarê bazariyê bike?”

Jêderên nêzî hikumeta Rûsyayê amaje bi wê yekê dikin, ku di destê Enqerê de ti karteke bi quwet êdî nemaye ku givaşê li ser Moskowê bike, weke ku bi gefên penaberan givaşê li ser Ewropayê dike. Lê dîsa jî, ew dûr nabînin ku, Moskow dikare di mijara Lîbya û Idlîbê de bazariyê bike. Ji xwe serdana her du şandên Sûrî û Tirkî di heman rojê de bo Moskowê, di radeyekî de van îdîayan piştrast dike.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.