1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Lavrov: Kurd û Sûriye divê gotûbêjê bikin
Lavrov: Kurd û Sûriye divê gotûbêjê bikin

Lavrov: Kurd û Sûriye divê gotûbêjê bikin

A+A-

Wezîrê Derve yê Rûsyayêd di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku ew li gel wê yekê ne ku pirsgirêk bi danûstandinan bêne çareserkirin û herwiha ew berpirsên Kurd û hikûmeta Sûriyê han didin ku dest bi danûstandinê bikin.

Rûsya bi pêwîst dizane ku şer li Rojavayê Kurdistanê dest pê neke û berpirsên Kurd û hikûmeta Sûriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û rewşa navçeyê, dest bi gotûbêjan bikin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, ku ew li dijî tundûtîjiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê ne û li gel wê yekê ne, ku ji bo çareserkirina vê rewşê, Kurd bi Şamê re dest bi gotûbêjan bike û tekez kir, li ser wê mijarê wan pêwendî bi pêkhateya Kurd li bakurê Sûriyê kiriye.

Sergey Lavrov di konferanse rojnamevanî de li paytexta Kazakistanê wiha axivî: “Me pêştir helwêsta xwe derbarê rewşa bakurê rojhialtê Sûriyê û derbarê rewşa sînorên Tirkiyê û Sûriyê de ragihandiye û me gotiye, pêwîst e bi rêya gotobêja li gel hikûmeta navend li Şamê, ev pirs bê çareserkirin. Herwiha nûneratiya pêkhateyan jî ku li vê navçeyê dijîn  piştî pevguhertina daxuyaniyên di navbera Waşington û Enqerê de, me pêwendî bi nûnerên aliyê Kurdî û nûnerên hikûmetê (Sûriye) re kir û me piştrast kir ku emê wan teşwîq bikin ku dest bi diyalogekê bikin da ku pirsgirêkên wê parçeya Sûriyê çareser bikin, pirsgirêkên dabînkirina ewlehiyê li ser sînorê Tirkiye û Sûriye jî tê de. Em weke berê di wê baweriyê de ne, ku ev riya yekane ye ji bo dabînkirina îstiqrareke mayînde û aramkirina rewşê.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê di berdewamiya axavtina xwe de got: “Me duh daxuyaniya berpirsên fermî yên li Şamê û nûnerên Kurdan jî bihîstin, ku ew ji bo diyalogeke weha amade ne. Emê hewl bidin bi qasî ku karibin, ji bo destpêkirina danûstendineke rasterast û bingehîn teşwîq bikin. Em hêvî dikin ku ew dê ji hêla hemû lîstikvanên mezin ên derve ve jî bê piştgirîkirin. Duh jî ez bi rêya telefonê li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Çavuşoglu axivîm û wî jî tekez kir, ku Tirkiye rêz li serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê digre.”

Lavrov herwiha operasyona gengaz a artêşa Tirkiyê ya li bakûrê Sûrî jî nirxand û da zanîn, ku hemû pirsgirêkên gengeşîdar divê bi riya diyalogê bên çareserkirin.

Li ser çalakiyên Amerîkayê li herêmê jî Wezîrê Derve yê Rûsyayê amaje vi wê yekê kir, ku wan ti guhertineke praktîkî di tevgerên hevnegirtî yên Waşingtonê de ne dîtine.

Ev daxûyaniya Wezîrê Derve yê Rûsyayê di demekê de ye, ku Tirkiyê ragihandine ku amadekariyên ji bo encamdnaa êrîşeke serbazî bo ser herêmên Rojhilatê Firatê bi dawî bûne û artêşa wî welatî dê di demeke nêzîk de êrîşê bide destpêkirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê pêr roja Duşemî 7ê Cotmehê bo cara yekem serdana Herêma Kurdistanê kir û di civînên li gel rayedarên Herêma Kurdistanê de, serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber pêşhat û rewşa Rojavayê Kurdistanê dilgiraniyên xwe gihandibûn Lavrov û ji wî daxwaz kiribûn ku roleke aştiyê di pirsa Rojavayê Kurdistanê de bilîze.

Nêçîrvan Barzanî herwiha ji Lavrov xwestibû, Rûsya û civaka navdewletî niha û di pêşerojê de, ji bo parastina amfên Kurd li Sûriyê alîkar bin.

Tirkiyê ragihandiye, ku dê di demeke nêzîk de êrîşekê bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezareta Berevaniyê ya wî welatî ragihandine, ku amadekariyên wan bo encamdana operasyonê bi dawî bûne û ew dê di demeke pêş a nêzîk de operasyona xwe dest pê bikin.

Enqere dixwaze bi kûrahiya 30 heta 40 kîlometran derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bibe û li gor îdiaya rayedarên wê, dê navçeyeke aram li wê herêmê çê bike û 2 heta 3 milyon koçberên Sûrî yên li Tirkiyê li herêmê bicih bike.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.