1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. LAVROV: ÎRAN, TIRKIYE Û SURYE ALÎKARIYÊ DIDINE ÇARESERIYA KRÎZA SURYÊ
LAVROV: ÎRAN, TIRKIYE Û SURYE ALÎKARIYÊ DIDINE ÇARESERIYA KRÎZA SURYÊ

LAVROV: ÎRAN, TIRKIYE Û SURYE ALÎKARIYÊ DIDINE ÇARESERIYA KRÎZA SURYÊ

A+A-

 

 

Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê ragihand civîna Îran, Tirkiyê û Rusyayê li Soçîyê dê alîkariyê bide çareseriya krîza Suryê.

 

Li gorî nuçeya Îrnayê Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov doh di Civîna Konseya Navnetewî ya Rusyayê da got: Yekbuna axa Suryê giringe û hewceye di pêşerojê da yêkitiya Suryê nekeve talukê.

Lavrov got: Yekbuna axa Suryê di metnên Konseya Ewlehiya Yekîtiya Netewan û di runiştina Soçiyê da cih girtiye û di hemu civînan da yekîtiya axa Suryê hatiye parastin û em jî pişgiriya vê dikin.

Wezîrê Karên Derve Lavrov: Di meseleyên derheqê Suryê da xelkê Suryê û komên Suryê dê qerara xwe biden. Pêşeroja Suryê dê li gorî biryara xelkê Suryê aşkera bibe.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.