1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Lavrov: Em nikarin bi Amerîkayê re kar bikin ku her rojê biryarekê dide
Lavrov: Em nikarin bi Amerîkayê re kar bikin ku her rojê biryarekê dide

Lavrov: Em nikarin bi Amerîkayê re kar bikin ku her rojê biryarekê dide

A+A-

Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje, hevahengiya li gel Amerîkayê bê berhem e û tekez kir, ew nikarin bi Amerîkayê re hevahengiyê bikin, di demekê de ku Waşington her rojê biryarekê dide.

Sergey Lavrov di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Amerîka rojekê dibêje ku em dê ji Sûriyê vekişe, û roja din dibêje em dê vegerin Sûriyê. Lavrov got, ji ber ku Amerîka her rojê biryarekê dide, Rûsya nikare derbarê rewşa Sûriyê de bi wî welatî re hevahengiyê bike.

Lavrov diyar kir, jixwe hebûna Amerîkayê li Sûriyê “neyasayî” ye, û tekez kir, “çawan dibe ku Rûsya biçe rêkevtinê li gel wan bike.”

Lavrov got: “Îro têgihîştim ku ne wisa ye ku em bikarin li ser tiştekê li gel Amerîkayê li hev bikin, bi zelalî wê yekê ji we re dibêjim. Ti sedeman nabînim ku li pey acendayên veşartî bim, li cihê wan pirsên ku herdu serok Putin û Erdogan di 22ê Cotmehê de li Soçî li ser wan li hev kirin. Ew rêkevtina li vê derê hat îmzakirin, gelek zelal e û hemû jî hatiye cîbicîkirin. Amerîkayê vekişîna hêzên xwe ragihand û paşê ragihand, ew dê vegerin. Sibe renge careke din bêjin, ew dê vekişin. Pêşxistina siyaseta demdirêj li gel Amerîkayê ji bo asayîkirina rewşa Sûriyê û siyaseta demdirêj li gel Amerîkayê ji bo vegerandina serweriya axa Sûriyê û di heman demê de têbînîkirina çend kiryarên dijî hev ji aliyê welatekê ve ku hebûna wê li Sûriyê neyasayî û binpêkirina yasayên navdewletî ye, bêberhem dibe û dê bertekên berovajî bi xwe re bîne.”

Piştî ku hêzên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kirin, Tirkiyê di jêr navê operasyona Kaniya Aştiyê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir.

Lê belê di wan rojên dawî de, Amerîkayê careke din biryar da ku beşek ji hêzên xwe vegerîne Rojavayê Kurdistanê. Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandiye, ji bo parastina bîrên petrolê yên li Sûriyê, ew dê 200 leşkerên xwe li Rojavayê Kurdistanê bihêlin.

Beriya ku Trump biryara vekişîna hêzên xwe bide, nêzîkî 1000 serbazên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê hebûn û 26 binkeyên mezin û biçûk ên artêşa wî welatî li herêmên di bin kontrola HSDê de hebûn.

Piştî vekişîna Amerîka ji navçeyê, hêzên Artêşa Sûriyê û hêzên Rûsyayê derbasî hin navçe û deverên Rojavayê Kurdistanê bûn û hêzên Sûriyê li hin cihên sînorî bicih bûn. Herwiha di çarçoveya rêkevtina Soçî de, gerên hevbeş ên hêzên Rûsya û Tirkiyê li ser sînorê Rojava û bi kuahiya 10 kîlomatran tê encamdan.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.