
Kurtići: Li Bosnayê gundekî kurdan
Di hinek çavkaniyên dîrokî de tê gotin, ku di serdema Osmaniyan de beriya êrîşa ser Bosnayê leşker û fermandarên kurd şandine vî welatî û ew jî li wir bicîh bûne.
Tîma Rûdawê jî li ser van gotegotan kete pey şopa kurdên Bosnayê û gihişte Gundê Kurtići.
Derbarê kurdên Bosnayê de nivîskar Isnam Taljić pirtûkek nivîsandiye û ev rastî derxistiye holê.
Nivîskar Isnam Taljić dibêje pirtûka wî wergerê gelek zimanan bûye lê bi tirkî qedexe kirine.
Taljić dibêje; “Gotin ku li gundê Kurtići kurd hene, li ser vê yekê min lêkolîn kirin, gotin rast derketin. Ev gund ji aliyê şervanên kurd ên nav Artêşa Osmaniyan de hatiye avakirin. Di sala 1543ê de Osmaniyan dixwestin Bosnayê dagir bikin. Ev gund jî di wê serdemê de ji aliyê leşkerên kurd ve hatiye damezrandin.”
Taljić dibêje şervanên kurd dengxweş bûne û lewma jî dema leşker ji şer vegeriyane, xelkê ji dûr ve ji dengê şervanên kurd ev yek zanîne.
Li gorî lêkolîan derketiye, ku çend gundên din ên bi heman navî hene. herwiha li Bosnayê malbateke bi paşnavê “Kurda” jî heye.
Nîştecihekê Gundê Kurtići dibêje; “Ez dizanim, ku eslê min kur de. Lê mixabin ez kurdî nizanim. Derbarê Kurdistanê de jî gelek kêm tiştan dizanim. Bapîrên me ji me re digotin Kurdistan welatekî pir xweş e û xwedan sirûşteke bedew e. Em bi sedan sale li vir in û tenê çîrokên berî tîne bîra me ku em kurd in. em êdî bûne Bosnayî.”
Ev gund 242 kîlometreyan dûrê paytext Sareyevo ye.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.