1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Kurdistanê bo referandumê biryarên giring da
Kurdistanê bo referandumê biryarên giring da

Kurdistanê bo referandumê biryarên giring da

A+A-

 

Civîna Encumena Bilind a Referanduma Herêma Kurdistanê bi dawî hat û têde biryar hat dan, ku proseya cîbicîkirina referandumê were bileztirkirin û şandên taybet bo serdankirina welatên cîran û welatên din ên cîhanê werin pêkanîn.



 

Encumena Bilind a Referandumê îro bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî civiya û piştî bi dawî hatina civînê daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de naveroka serdana Wezîrê Berevaniya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê û helwestên herêmî û navdewletî yên li hember referandumê hatin nirxandin û piştî guhgirtina ji raport û encamên gotûbêjên şanda danûstandinkar a Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên Iaqê û balyozxaneyên li Bexdayê, gihîştin çend encaman.

 

Di daxuyaniyê de, 7 xal weke encamên civîna îro ya Encumena Bilind a Referandumê hatine rêzkirin , ku ev xal wiha ne:

“Yekem: Civînê pêzanîn ji bo kar û xebata yekgirtî ya şanda danûstandinkar a li Bexdayê hebû û tekezî lis er berdewamiya gotûbêj û danûstandinên li gel Bexdayê yên derbarê referandumê û paşeroja pêwendiyên navbera Herêmê û Bexdayê de kir.

Duyem: Di pêkanîna komîte û rêkarên paraktîzekirina proseya referandumê bo cîbicîkirina wê (referandumê) di dema xwe de lez were kirin.

Sêyem: Civînê piştgiriya xwe ji bo hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo referoman û cîbicîkirina rêkarên pêwîst bo baştirkirina mûçe û rewşa jiyana welatiyan dubare kir.

Çarem: Encumena Bilind a Referandumê zêdebarî ku tekezî li ser mafê rewa yê gelê Kurdistanê di diyarkirina çarenivîsê dike, têgihîştineke temam jî bo helwesta navdewletî li hember referandumê heye û tekezî li ser wê yekê dike, ku referandumê ti bandoreke neyênî li ser şerê DAIŞê nabe û gelê Kurdistanê di sengera pêş a şerê terorê de dimîne û di seer terorê de, ji bo her core hevkarî û hemahengî û gotûbêjên li gel hvepeymanan amade ye.

Pêncem: Civînê baweriyeke temam bi şirîkatiya rasteqîn a pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê heye û piştgiriya hemû core garantiyekê bo dabînkirina mafên wan dike.

Şeşem: Pêkanîn û şandina şandên danûstandinkar bo welatên cîran û cîhanê bikeve nava bernameya karê Encumena Bilind a Referandumê de.

Heftem: Di demeke nêzîk de konfransek bo nivîskar û edîb û rojnamevamên herêmê û Rojhilata Navîn bi zimanê Erebî li Herêma Kurdistanê derbarê prensîpên demokratîk û mafê çarenivîsê were sazkirin.”

 

 

RUDAW

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.