1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. “Kurdistan stargeha kêmnetew û olên cuda ye”
“Kurdistan stargeha kêmnetew û olên cuda ye”

“Kurdistan stargeha kêmnetew û olên cuda ye”

Li Hewlêrê di 62 dibistanan de zarokên aşûrî û ermenî bi zimanê zikmakî perwerdeyê dibînin. Her wiha hemwelatiyên tirkmen di dibistanên xwe de bi tirkî perwerdeyê dibinin. Pêkhateyên cuda weşanan ava dikin û azadiya derbirîne peyda dikin.

A+A-

Piştî şoreş û raperîna salên 90’î li Başûrê Kurdistanê proseya demokrasiyê dest pê kir. Kurdên Başûr ku bi salan li hember Rejima Beasê şer dikirin ew rejim ji nav birin û weke otorîteyeke siyasî dest bi rêvebirina Kurdistanê kirin. 

Rêveberiya kurdan a li Başûr di sala 1992’an de dest pê kir di heman salê de di Destûra Bingehîn de mafê ol, ayîn û kemîneyên cuda hatin parastin. Di nava çend salan de nûnerên hemû ol û pêkhatayen di meclîsê de cihê xwe girtin. 

Li gel vê yekê kemîneyên li Başûrê Kurdistanê jî di parlamentoyê de hatin temsîlkirin û mafê wan ê çandî û dîrokî hat parastin. Her wiha di vê çerçoveyê de her kemîneya li Kurdistanê dikare bi zimanê xwe weşanan bike û perwerdeyê bibine. Li Hewlêrê di 62 dibistanan de zarokên aşûrî û ermenî bi zimanê zikmakî perwerdeyê dibînin. Her wiha hemwelatiyên tirkmen di dibistanên xwe de bi tirkî perwerdeyê dibinin. 

Pêkhateyên cuda weşanan ava dikin û azadiya derbirîne peyda dikin. Her wiha di sala 2005’an televizyona sûryaniyan a bi navê Ishtar hat avakirin û gelek rojnmae û kovarên pêkhateyên cüda tên belav kirin. 

Herêma Kurdistanê ya ku her tim ji pêkhate û kemineyên cuda yên olî re bûye hêlîn bi êrîşên DAIŞ’ê yên ser herêmê jî re bû stargeha wan. Cemiyet û bawermendên ayînên cuda li  Herêma Kurdistanê kom bûn û ji hêla Rêveberiya Herêma Kurdistanê (RHK) ve hatin parastin û li kampan hatin bicihkirin. 

Di gel şerê dijwar ê DAIŞ’ê û qeyrana aborî Hikûmeta Herêma Kurdistanê li penaberan xwedî derdikeve û zêdetir ji 2 milyonan penaber li Başûrê Kurdistanê têne hewandin. Di gel wê yekê proseya serbixwebûna Kurdistanê jî berdewam dike û di kurtedemekê de pêkhatina demokrasiyê ya li Başûrê Kurdistanê bû hokara wê yekê jî ku Herêma Kurdsitanê li Rojhilata Navîn weke stêrkekê geş bê destnîşan kirin. 

Li gel çanda demokrasiyê û mafê pêkvejiyanê,  şerê Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê yê li hember DAIŞ’ê proseya serbixwebûna Kurdistanê jî di rojeva cihanê de ye. Hemû welatên Ewropa’yê eşkere dikin ku ewê di şerê li hember DAIŞ’ê de di alikariya Başûrê Kurdistanê de berdewam bin û eger di siberojê de Herêma Kurdistanê serxwebûnê ragihîne jî ewê piştevaniya wê bikin. Li gel van rûdan û geşedanan Herêma Kurdistanê bi awayekî erênî jî di medyaya cihanê de cih digre û dezgehên mezin ên dinyayê hemû li Başûrê Kurdistanê bi cihbûne. 

Akademîsyen û Berpirsê Peywendiyên Dervê yê Kurdistan TV’yê Dr. Îbrahîm Hecî Salih û nivîskar û Mudîrê Giştî yê Zagros TV’yê Aza Hesîp Qeredaxî li ser proseya serbixwbûna Kurdistanê, eleqeya medyayî û dîplomatîk a li ser Kurdistanê agahî dan BasNûçe’yê. Herdû karnasan dan zanîn ku Hewlêr bûye navendeke giring a Rojhilata Navîn. 

Hewlêr navenda dîplomasiyê ye 

Serokê Beşa Ragihandinê yê Zankoya Hewlêrê û Berpirsê Peywendiyên Dervê yê Kurdistan Tvyê Dr. Îbrahîm Hecî Salih li ser proseya serbixwebûna Kurdistanê, dîplomasiya Kurdistanê ya bi welatên Ewrûp re rawestiya û ji Basnûçeyê re axivî. Dr. Îbrahîm Hecî Salih eşkere kir ku ji zêdetir ji 25 welatan nûnertî li Hewlêrê vekirine û ew Hewlêrê weke navendeke giring a Rojhilata Navîn dihesibînin. 


Her wiha Dr. Îbrahîm Hecî Salih amaje bi wê yekê jî kir ku Kurdistan defakto serbixwe ye û dîplomasiya cihanê Hewlêrê serbixwe dihesibîne. Di berdewamiya axaftina xwe jî de Dr. Îbrahîm Hecî Salih ragihand ku hemû sazî û dezgehên mezin ê cihanê niha li Kurdistanê ne û ew romalkariya geşedanên Kurdistanê dikin. Dr. Îbrahîm Hecî Salih li ser vebûna nûneriya Yekîtiya Ewrûpa ya li Hewlêrê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Hûn jî dizanin Kurdistan weke defakto dewletek e. Hemû tiştê xwe heye. Hemû dezgeh û saziyên xwe hene. Welatên daîmî yên Neteweyên Yekgirtû, DYA, Almanya, Çîn, Fransa, û yên din li Hewlerê konsolgerî ava kirine. Welatên ereban, her wiha dewletên Ewrûpa alaqayeke mezin nişanî geşedanên Kurdistanê didin. Herî dawî weke ku hûn jî dizanin Yekîtîya Ewrûpa jî li Hewlerê nûnertî danî.” 

“Kurdistan weke welatekî pêşketî tê nişandan” 

Di berdewamiya axaftina xwe jî de Dr. Îbrahîm Hecî Salih bal kişand ser wê yekê ku Herêmma Kurdistanê di qonaxên gelekî dijwar re derbasbûye û welatên ku navê “Herêma Kurdistanê” qebûl nedikirin niha li Herêma Kurdistanê nûnertî vekirine û bi Herêma Kurdistanê re di nava dîplomasiyê de nin. 

Her wiha Dr. Îbrahîm Hecî Salih li ser azadiya Herêma Kurdistanê rawestiya û wiha berdewam kir:” Em bi demê re gihan vê qonaxê di salê me Kurdistan Tv damezirandibû welatên ereb digotin bi “Bi navê Herêma Kurdistanê tu dever tuneye” îro ew qonaxa hatiye ku hemû welat Herêma Kurdistanê nas dikin. Kurdistan di hemû medya cihanî de weke welatekî pêşketî tê dest nişan kir. Azadiya derbirînê, çanda demokrasiyê, çanda toleransê, azadiya ayînî ji hêla raya giştî ya cihanê ve tê dîtin.” 

“Pêşmerge di medya cihanê deye” 

Nivîskar û Mudîrê Giştî Zagros Tvyê Aza Hesîp Qeredaxî jî bal kişand ser proseya serbîxwebûna Kurdistanê û da zanîn ku proseya serbixwebûna Kurdistanê bi serperiştiya  Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî vê tê birêvebirin û hemû welatên cihanê piştgiriya Mesûd Barzanî dikin. 


Her wiha Aza Hesîp Qeredaxî bal kişand ser şerê bi DAIŞ’ê jî re û da zanîn ku piştevaniya hêzên Ewrûpa bi dîplomasiya Mesûd Barzanî pêk hatiye. Di berdewamiya axaftina xwe de Aza Hesîp Qeredaxî li ser rûdanên qeyrana Serokatiya Herêma Kurdistanê jî rawestiya û eşkere kir ku çavê hemû cihanê li ser Kurdistanê ye û hemû cihan piştevaniya Kurdistanê dike lê belê hin partiyên siyasî yên Kurdistanê ji diyalogê direvin û ji bo berjewendiyên hizbî tevdigerin. 

Aza Hesîp Qeredaxî li ser eleqeya medya cihanê ya ji bo Kurdistanê jî rawestiya û wiha axivî: “Gelek serokwezîr û wezîrên derve yên welatan serdana Kurdistanê kir. Hemû dibêjin qehremaniya Pêşmergeyan bilind dinirxînin. Di medyaya cihanê de Kurdistan weke welatekî parêzera mirovahiyê tê destnîşan kirin. Dezgehên mezin ê medyayî li ser egîdiya Pêşmergeyan raportan belav dikin.”

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.