1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. ‘Kurdistan dê bibe endamê FIFAyê'
‘Kurdistan dê bibe endamê FIFAyê'

‘Kurdistan dê bibe endamê FIFAyê'

Serokê Federasyona Futbolê ya Herêma Kurdistanê Sefîn Kanebî di axaftina xwe de ragihand ku heke Kurdistan bibe dewlet wê tîma hilbijardeya Kurdistanê bibe endamê FIFAyê.

A+A-

Sefîn Kanebî di axaftina xwe de got: "Ez dixwazin mizgîniyê bidim ku eger Kurdistan bibe dewlet tîma hilbijardeya Kurdistanê dibe endamê FIFAyê û dê bikari be beşdarî şampiyoniyên Asya û cîhanê bibe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl kiriye bûdceyê bide wan da ku bikarin îsal Xula Nayabên Kurdistanê birêve bibin."

 

Kanebî beriya çend rojan ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re nameyek şandibû û eşkere kiribû ku eger alîkariya darayî nedin wan, dê nekarin îsal çalakiyên futbolê li Kurdistanê encam bidin. Li hember vê yekê bersiva Serokwezîr Barzanî, dilê werzîşhezên Kurdistanê xweş kir.

Kanebî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Nêçîrvan Barzanî gotiye ew dê bi hemû awayî alîkariyê bidin federasyonê. Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî gelek piştgiriya me dikin. Ji bo berdewamkirina çalakiyên futbolê dê hevkariya me bikin."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.