1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Kurdistan: 10 kesên din bi koronayê ketin
Kurdistan: 10 kesên din bi koronayê ketin

Kurdistan: 10 kesên din bi koronayê ketin

A+A-

 Li Başûrê Kurdistanê 10 kesên din bi vîrusa COVID-19 ketin, ku her 10 kes ji parêzgeha Silêmaniyê ne.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku herî dawî 10 kesên din li sînorê parêzgeha Silêmaniyê encamên pişkinînên wan ên Koronayê pozîtîv derketine.

Li gor wezaretê, 7 kes ji wan li Derbendîxanê û 3 kesên din jî li nav bajarê Silêmaniyê tûşî vê vîrusê bûne.

Duh Şemiyê 21ê Adarê yekemîn haleta tûşbûna bi Koronayê li Derbendîxanê hatibû tomarkirin.

Ji 7 tûşbûyên îro yên li Derbendîxanê jî, 5 kes endamên malbatekê ne û têkiliya wan bi tûşbûyê duh ve hebûne.

Rêveberê Tendirustiya Çemçemlê, Dr. Ferhad Mihemed jî ji Rûdawê re ragihand, “ew kesê ku îro tûşbûna wî li wê qezayê hatiye piştrastkirin, 30 salî ye û tevahiya û ti kesek ji malbata wî tûşî vîrusê nebûye û wî serdana Îranê jî nekiriye”.

Bi gotina Ferhad Mihemed, “tevahiya endamên malbata wî kesî hatine kerentînekirin”.

Ferhad Mihemed herwiha da xuyakirin, îro tîmên tendirustiyê li Çemçemalê 40 pişkinînên koronayê encam dane û ew guman dikin, ku çend tûşbûyên din li wê qezayê hebin.

Hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 64 kesan.

Ji wan 64 kesan, 52 kes li Silêmaniyê, kesek li Helebce, kesek li Duhokê û 10 kesên din jî li parêzgeha Hewlêrê tûşî Koronayê bûne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.