1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Kurdên Şamê ji Rojava vedigerin cihê xwe
Kurdên Şamê ji Rojava vedigerin cihê xwe

Kurdên Şamê ji Rojava vedigerin cihê xwe

A+A-

Kurdên Şamê bûye nasnavek ji bo wan kurdên ku bi sedên salan li Şamê bicih bûne û heta niha li wê derê jiyana xwe berdewam dikin. Lê piştî alozbûna rewşa ewlehiyê li wê derê, hejmareke mezin ji wan Kurdan koçber bûn û berê xwe dane Cizîra Rojavayê Kurdistanê. Niha jî, piştî vegera aramî û ewlehiyê li paytexta Sûriyê, careke din ew kurdên koçberbûyî vedigerine Şamê.

 

Hevdem ligel destpêkirina sala nû ya xwendinê, careke din, vegera wan kurdan ji bo Şamê bûye diyardeyeke berbiçav.

 

Gelek sedem hene ku ew xelk careke din berê xwe didine Şamê, ji wan jî xwendin û derfetên kar û debara jiyanê, herwiha rewşa ewlehî û aramiyê ku niha li paytexta Sûriyê bêhtir ji dema 5 salên berê peyda bûye.

 

Beşek ji wan kurdên Şamê, dibînin ku kêşeyên girêdayî rêbaz û materyalên xwendinê li Cizîrê, ku paşeroj û çarenivîsa xwendekaran ne diyar e û metirsî li ser heye, yek ji sedemên sereke ye ji bo vegera wan.

 

Li aliyekî din, beşek ji kurdên ku ji Cizîrê vedigerin, dizanin ku êdî niha derfetên kar li Şam û derdorê peyda dibin, bi taybetî piştî ku tevgereke mezin di avakirinê de, li wê derê destpê kiriye. Herwiha li gundewarê derdora Şamê, çandinî çalak bûye, êdî pêwîstiya vê rewşê, bi destên kar heye.

 

Heta niha amareke rastqîne derbarê hejmara kurdên ku ji Cizîrê vegeriyane Şamê nîne, lê rojane bi dehan malbat ji Cizîrê derdikevin û berê xwe didine paytexta Sûriyê, li beramber vê diyadeyê jî, ti rêkar nehatine kirin, ku bihêle ew xelk li Cizîrê bimînin û venegerin Şamê.

 

Li gorî hinek lêkoleran, hejmara Kurdan li Şamê, berî krîza Sûriyê, gihiştibû bêhtir ji 120 hezar kesî. Gelek malbatên kurd ên navdar jî lê hene, weke mînak, malbatên: Sîrwan, Deqorî, Elaabid, Eyyûbî, Kurd Elî, Keftaro, Bedirxan, Elyûsif, Berazî, Bermeda û Bozo.

 

Ji sedsala 19em ve, koçbûna Kurdan ber bi Şamê ve bêhtir bû, hinek ji wan jî gihiştin pile û postên bilind di artêş û hikûmeta Sûriyê de.

 

Hebûna Kurdan li Şamê vedigere berî sedsala yazdem û serdema Eyyûbiyan. Berî destpêka krîza Sûriyê jî, bi dehên hezaran malbatên kurd li taxên Şamê bicih bibûn û li wê derê kar dikirin, ji wan jî, (Taxa Kurdan, Zorava, Wadîl Meşarîi, Riz, Diwêlaa, Heccîre, Sbeynê, Seyyide Zeyneb, Zebedanê, Salihiyê, Şebaa, Kampa Yermûk, Mieddemiyê) û çend taxên din.

 

Bi zêdebûna vegera xelkê bo Şamê hejmara Kurdan li herêma Cizîrê kêmtir dibe, ev jî bandoreke nerênî li ser rewşa demografî dike, ku pêkhateyên din li şûna wan Kurdan digirin.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.