1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Kurdên Feylî dê cara pêşîn nûnerên xwe bibijêrin
Kurdên Feylî dê cara pêşîn nûnerên xwe bibijêrin

Kurdên Feylî dê cara pêşîn nûnerên xwe bibijêrin

A+A-


Kurdên Feylî yên li Îraqê dijîn dê piştî 15 salan cara pêşîn nûner bişînin meclisa Îraqê.

 

Li Îraqê piştî pelişîna rejima Besa Sedam Ḥiseynî li gora qanûnê esasîyê amadekirî, di meclisê de ji bo hevparan par hatibû veqetandin.

Mafê-ḥeqê para di wê demê de nehat dayîn Kurdên Feylî, di bijartinên 12ê Gulanê de hat dayîn.

Kurdên Feylî yên li başûrê Herêma Kurdistanê dijîn dê di bijartina 12ê Gulanê de ji bajarê Wasitê Îraqê nûnerekî bişînin meclisa Îraqê.

Kurdên Feylî yên mezhebşiî li qezayên Bedr, Cesan Zirbatîye, Ezîzîye û Şehaba bajarê Wasitê û li qezayên Xaneqîn, Mendelî, Gulale û Sadîyeya bajarê Pîrmamê û hin ji wan jî li herêma Ḥelebçeyê dijîn.

Kurdên Feylî yên li Herêma Kurdistanê û li Îraqê dijîn di sersalê de kom bûbûn û ‘Encûmena Kurdên Feylî yên Îraqê’ saz kiribûn.

Di bijartinên dê li Îraqê di 12ê Gulanê de werin kirin de 7 hezar û 376 namzed pêşbaz in. Li Îraqa nifûsa wê 37 milyon e 24 milyon hilbijêr hene.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

           

Etiketler :
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.