1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Konsolê Giştî yê Filistînê: Peywendiyên Îsraîl û Herêma Kurdistanê tunene
Konsolê Giştî yê Filistînê: Peywendiyên Îsraîl û Herêma Kurdistanê tunene

Konsolê Giştî yê Filistînê: Peywendiyên Îsraîl û Herêma Kurdistanê tunene

Îro Konsolê Giştî yê Filistînê li Herêma Kurdistanê Nezmî Hezûr aşkere kir ku peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îsraîlê tunene. Herwiha aşkere jî Iraq aniha lêpirsînê derbarê wan kesên serdana Îsraîlê de kirine vedike.

A+A-

 

Konsolê Giştî yê Filistînê li Herêma Kurdistanê Nezmî Hezûr ji ajansa Anadolu ya Tirkiyê re axivîye û aşkere kiriye ku Îran çekdan dide hin aliyên filistînî. Herwiha di warê siyasî jî de piştevaniya Filistinê dike.

Herwiha Konsolê Filistinê li Hewlêrê Nezmîr Hezûr da zanîn ku jiser medyayê haya wî ji wê yekê çêbûye ku gurubeke siyasî ya Iraqê serdana Îsraîlê kirine. Lêbelê wê derbarê wê şanda Îsraîlê kirine lêpirsîn bêne vekirin.

Derbarê asayîbûna peywendiyên Iraq û Îsraîlê jî de Hezûr wiha got: “Em nikarin behsa asayîkirina peywendiyên Iraqê û Îsraîlê bikin bi giştî asayîbûnek di navbera Îsraîl û welatên erebî de heye. Îsraîl nêzîkî proseya aştiyê dibe. Asayîkirina peywendiyan ligel Îsraîlê divê ne bê beramber be.”

Herwiha liser pirsa peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îsraîlê jî Hezûr amaje bi wê yekê dike ku ew weke Konsolê Gitştî yê Filistînê li Hewlêr kar dike ew ne li dû wan pirsa ye. Lê Herêma Kurdistanê piştevaniya pirsa Filistînê dike. Hezûr wiha axivî:” Ji Serok Mesûd Barzanî û rehmetî Serok Mam Celal û hemû hizbên Kurdistanî ligel Filistînê ne dixwazin dewleta serbixwe ya Filistînê hebe.  

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.