1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Konferansa Aştiyê ya Efxanistanê ya li Stenbolê hat paşxistin
Konferansa Aştiyê ya Efxanistanê ya li Stenbolê hat paşxistin

Konferansa Aştiyê ya Efxanistanê ya li Stenbolê hat paşxistin

A+A-

 Konferansa aştiyê ya Efxanistanê ku biryar bû roja 24ê Nîsanê li Stenbolê bihata sazkirin, bo demeke din hat paşxistin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku konferansa Efxanistanê bo piştî meha Remezanê hatiye paşxistin.

Biryar bû konferansa derbarê pêvajoya aştiyê ya Efxanistanê de 24ê Nîsanê li Stenbolê destpê kiriba û heta 4ê Gulanê berdewam bûya. Lê Wezîrê Derve yê Tirkiyê paşxistina konferansê bi fermî ragihand.

Berî niha Wezareta Derve ya Tirkiyê diyar kiribû ku armanca konferansê bilezkirina danûstandinên navbera hikûmeta Efxanistan û Talîbanê ye bo dîtina çareseriyeke hertimî.

Danûstandinên navbera Efxaniyan li Doha ya Qeterê destpê kiribûn û ev konferans jî dibû berdewamiya wan hevdîtinan.

Dihat armanckirin ku di konferansê de bo dîtina çareseriyeke siyasî nexşerêyek bihata danîn daku şer û pevçûnên di navbera herdu aliyan de bên rawestandin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.