1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Kompanyayên Almanyayê berê xwe dane Kurdistanê
Kompanyayên Almanyayê berê xwe dane Kurdistanê

Kompanyayên Almanyayê berê xwe dane Kurdistanê

A+A-

Kompaniyayên mezin ên Almanyayê berhemên xwe li pêşangeha Hewlêrê pêşkêş dikin.

 

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bi beşdariya 25 kompaniyên mezin ên Almanyayê, pêşangeha amûrên înşeatê, malê û yên elektironîk hat vekirin.

 

Eleqeya li hemberî vê pêşangeha ku bi piştevaniya Yekitiya Odeyên Bazirganî û Pîşesazî yên Kurdistanê birêve diçe, gelekî zêde ye. Hemwelatiyên ku diyar dikin amûrên almanî gelek bi qelîte ne, berê xwe didin pêşangehê.

 

Hemwelatiyek di vê derbarê de dibêje, “Almanya ti caran kêmasiyê di qelîteya berhem û amûrên xwe de nake. Bihayê wan jî li gor me guncaw e, lêbelê ya girîng qelîte ye.”

 

Berpirsên Almanî yên beşdarî pêşangehê bûne jî amaje bi wê kirin ku li Herêma Kurdistanê bazareke mezin heye û ragihandin ku dema ew vegeriyan ew dê çavdêriyiên xwe ji kompaniyên din ên Almanyayê re jî aşkere bikin.

 

Wezareta Bazirganiyê jî ji bo pêşxistina bazirganiya li gel Almanyayê, hewldan û hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên wî welatî berdewam dike.

 

Niha li Herêma Kurdistanê, nêzikî 30 kompaniyên Almanyayê xebatên xwe birêve dibin.

 

Bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de di 10 salan de gihiştiye 3 milyar û 621 milyon euroyan.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.