1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Kombûnên ji bo destekkirin û dijberîya Operasyona Efrînê
Kombûnên ji bo destekkirin û dijberîya Operasyona Efrînê

Kombûnên ji bo destekkirin û dijberîya Operasyona Efrînê

A+A-

 

 

Di dawîya hefteya çûyî de li Bruksela payîtexta Belçîkayê kombûnên ji bo destekkirin û dijberîya Operasyona Efrînê pêk hatin.

 

Tevgera leşkerî ya ji alî Hêzên Çekdar ên Tirk ve li Efrînê hat destpêkirin li Ewrûpayê jî deng da. Li Bruksela payîtexta Belçîkayê ji bo destekkirina tevgerê kombûn pêk hat. Di nivîsên li nîşandayînê vekirî de hat diyarkirin ku tevger rê li ber pêleke koçberîyê digire û komên terorîst bûne mebest. Nîşandêr bi temamî tevgera Efrînê destek dikin:

“Eger terorîst dora Ewrûpayê, Belçîkayê pêçabin Belçîka çawa tev bigere, Tirkîye jî wilo tev digere.”

“Ev ji bo vî welatî canê xwe ji dest didim.”

“Ellah-Xwedê alîkarî Mehmedcîkên me be.”

“Me ji Duîsbourg-ê ji bo vê derê otobus hilanî. Do êvarê kevir hatin avêtin otobêzên me.”

Mehdî Ekerê Alîkarê Serekê Tevahîya AK Partîyê yê tevlî kombûnê bûyî jî di kombûna çapemenîyê ya lidarxistî de da zanîn ku ji bo ku sivîl nebin mebest çi ji destê wan tê ew dikin:

Mijara ḥessas a ku Tirkîye di vê tevgerê de hay jê heye bi tu awayekî zirarnedîtina sivîlan e. (...) Tevlî îḥtîmala haydarbûna ji alîyê sazgeha PKKê ya terorê û cûrên wê yên wek PYD-ê wek mertal bikarhatina sivîlên li wê derê ji bo bi tu awayî zirarnedîtina ewhelîya wan û canê wan wek Tirkîye çi ji destê me tê em dikin.

Mehdî Eker di kombûna çapemenîyê de ji bilî van bi nimûneyan qirêjîya zanyarîyên di çapemenîyê de bi nimûneyan îşaret kir.

Ji alî din ve li Brukselê di roja şemîya çûyî de komek ji alîgirên YPGê li dijî tevgera Efrînê xwe neqayîl kir. Sixleta li ber Encûmena Ewrûpayê kombûyî li dijî Tevgera Şaxa Zeytûnê pankart hildan û qîrîyan.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.