1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Kingê berjewendîyên DYE-yê û Kurdan bûn yek wê destekê da Kurdan
Kingê berjewendîyên DYE-yê û Kurdan bûn yek wê destekê da Kurdan

Kingê berjewendîyên DYE-yê û Kurdan bûn yek wê destekê da Kurdan

A+A-

 

 

Feysel Mîqdadê alîkarê wezîrê derveyê Sûrîyeyê ji Spûtnîkê re axaft:

“Hêzên Hevkarîya navneteweyî ya bi serektîya DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê) ji bo ku nikaribin werin bikaranîn, bi zanîn bimbeyan diavêje bîrên petrolê.

Ew [hevkar], ji bo ku em di van cîhan de ji nû ve dest bi kar bikin me mecbûrî xerckirina milyon dolaran kirin.

Niha gelek ji bestên petrolê -tevlî Hêzên Sûrîyeya Demokratîk- di destê hêzên komên cuda de ne. Em careke din dixwazin di bîr bînin ku Kurd, perçeyek ji gelê Sûrîyeyê ne. Kurd, ʕEreb yan Asûrî, her kî dibe bera bibe em naxwazin li keleķa welatên din li dijî Sûrîyeyê kar bike. Em hîvî dikin ku ew ê ji vê fehm bikin.

Kingê berjewendîyên-menfîʕetên DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê) û Kurdan bine yek, wê destekê daye kurdan.

Me nîyet e em her santîmetreyeke axa Sûrîyeyê bi paş ve bistînin.”

Li gora birêvebirê Fitch Ratings (Fîç Reytîngs)ê Dîmîtrîy Marîçenkoyî, ji bo ji nû ve avabûna sektura petrola Sûrîyeyê divê sed milyon dolar werin xerckirin.

Jêravahîya Sûrîyeyê ji ber şerê ev 7 salin dewam dike gelek zirar dîtiye.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.