1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Kesên ku gotibûn 'aşitî' hatin binçavkirin
Kesên ku gotibûn 'aşitî' hatin binçavkirin

Kesên ku gotibûn 'aşitî' hatin binçavkirin

Kesên ku doh li Bursayê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya ku bi daxwaza 'bila aştî pêk were' hatibû li darxistin îro hatin binçavkirin.

A+A-

 

 

Doh li Bursaya bajarê Tirkiyê bi daxwaza ku operasyona Efrînê bi dawî bibe û aştî pêkwere daxuyaniyeke çapemeniyê hate li darxistin. Vê sibê polîsan hema bêje bi ser malên hemû kesên ku beşdarî daxuyaniyê bibûn de girt û ew binçavkirin.

 

 

Endamên SYKP Ali Osman Şen, Ensar Torun, Rahim Dede, Serokê Mala Gel a Bursayê Gurkan Çelik, endamên mala gel, Ozan Kaplanoglu, Fidel Çakmak, endamên Partiya Çepgir a Kesk, Serdar Eser, Serokê EMEPê yê bajêr Hasan Ozaydın, endamê BATISÊ Metin Burak û birêveberê DBPê yê bajêr Hanefî Çam hatin binaçvkirin.

Herwiha polîsan avête ser malên Hevseroka HDPê ya şaxa bajêr Filiz Ejderoglu û Sekreterê HDPê yê bajêr, Çiçek Çelebioglu, lê ji bo ku her du nav jî ne li malê bûn, nehatine binçavkirin.

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.