
Kerkûk êdî biryara xwe ya dawîn dide
Rêveberiya Kerkûkê dê roja sêşemiya vê heftiyê biryara xwe ya dawîn derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê li ser saziyên fermî yên vê parêzgehê de bide.
Biryar e roja sêşemiyê 28ê Adara 2017ê, Encumena Parêzgeha Kerkûkê derbarê hildana Ala Kurdistanê li ser hemû sazî û dezgehên fermî yên li wê parêzgehê de, bicive û biryara dawîn a li ser vê mijarê bide.
Parêzgariya Kerkûkê jî li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li tevahiya Kerkûkê rijd e û tekez dike, ku encumena parêzgehê dê wê biryarê pesend bike û bike biryareke fermî.
Di bareya vê mijarê de, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Encumena parêzgehê civînê dike û deng li ser dide, ku deng li ser hat dayîn, me jî daxwaz kiriye ku bûdce jê re were terxankirin, daku li hemû fermangehên me, Ala nû ya Iraqê û Ala Kurdisanê bi hev re werin hildan.”
Cebheya Turkmenî ya Iraqê (ITC) dijî biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê sekiniye û li ser wê mijarê hişyarî daye aliyên kurdî û parêzgar Necmedîn Kerîm.
Cebheya Turkmenî herwiha gefa livandin û bikaranîna şeqamê li dijî bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê kiriye, eger ku Encumena Parêzgeha Kerkûkê biryareke wisa pesend bike.
Serokê Cebheya Turkmeniya Iraqê Erşed Salihî ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Kerkûk agir e, eger gurr bibe, dê me hemûyan bişewitîne, ji ber wê jî ez dibêjim birêz Necmedîn tu xeletiyê dikî. Ez hêvîdarim ku pêdeçûnê di biryara xwe de bikî, eger na em nikarin pêşiya xortên xwe yên xwîngerm bigirin, ku rijiyane ser cadeyan. Ez dizanim acendayek li pişt vê mijarê heye.”
Ji aliyekê din ve pêkhateya Ereb a li parêzgeha Kerkûkê dê beşdarî di civîna Encumena Parêzgeha Kerkûkê de bike, lê belê nûnerên ereban jî amade nînin ku dengê erê li ser bilindkirina Ala Kurdistanê bidin û hemû hewlên ji bo wê çend jî weke pêngavên berovajiyê destûra Iraqê dibînin.
Nûnerê pêkhateya Ereb di Parlamentoya Iraqê de Xalid Elmufercî di daxuyaniyekê d eji Rûdawê re diyar kir: “Ew parêzgeh heta niha jî beşek e ji hikûmeta navendî, di destûrê de jî weke devereke nakokî li ser hatiye binavkirin, her ji ber wê jî eger Ala Kurdistanê were hildan, ew yek berovajiyê destûrê ye û nabe.”
Xalid Elmufrecî got: “Bê guman Ereb dê Ereb di civîna encumenê de amade be, lê belê em li gel rêkevtinê ne, eger rijd bin li ser ewa ku niha heye, Ereb dê li dijîw ê bisekinin.”
Kurd xwediyê piraniya kursiyên Encumena Parêzgeha Kerkûkê ne û aliyên Kurd piştrast in ji wê yekê ku ew mijar dê bi hêsanî li encumenê yekalî bibe, lê belê wisa nayê xuyakirin, ku piştî pesendkirina wê yekê, Ereb û Turkmen li ser hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê bêdeng û bêhelwest bimînin.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.