1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Kerkûk dê tevli referanduma serxwebûnê bibe
Kerkûk dê tevli referanduma serxwebûnê bibe

Kerkûk dê tevli referanduma serxwebûnê bibe

Endamê Polîtboruya PDKê Dr. Roj Nûrî Şawêys ragihand, ku “Kerkûk jî dê tevlî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê bibe”

A+A-

 

Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro yekşemiyê li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê bi konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Kurdistanê re civiyan.

 

Piştî bi dawî hatina civîna bi konsul û nûnerên welatên biyanî re, Endamê Polîtboruya PDKê Dr. Roj Nûrî Şawêys di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ku referanduma li Herêma Kurdistanê ji bo serxwebûnê tê lidarxistin û gotina, “ji bo nivêjê destnivêj tê girtin”, bi kar anî.

 

Roj Nûrî Şawêys destnîşan kir, di civîna îro de, wan ji nûnerên welatan re tekezî li ser ciddîbûna lidarxistina referanduma serxwebûnê kiriye.

 

Nûrî Şawêys li ser heman mijarê da xuyakirin: “Kerkûk jî dê tevlî wê referanduma Herêma Kurdistanê bibe, ku ji bo serxwebûnê dê were lidarxistin.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.