1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Kazimî: Ti hêzên Amerîkî yên şerker li Iraqê namînin
Kazimî: Ti hêzên Amerîkî yên şerker li Iraqê namînin

Kazimî: Ti hêzên Amerîkî yên şerker li Iraqê namînin

A+A-

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê ragihand, ku Mistefa Kazimî ji Amerîkayê vegeriyaye Bexdayê û li gor rêkeftina Bexda-Waşingtonê, heta 1ê Kanûna îsal ti hêzên Amerîkî yên şerker li Iraqê namînin.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, di serdana Mistefa Kazimî bo Amerîkayê de, ji bo vegerandina parçeyên şûnwarî yên Iraqê danûstandin hatine kirin û di encamê de 17 hezar perçeyên şûnwarî yên Iraqê ji Amerîkayê tên vegernadin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarî vegerandina wan parçeyên şûnwarî de dibêje, “Em bi şûnwarên Rafîdeyên şanaz in û me li gel xwe 17 hezar parçe şûnwarên Iraqê ji Amerîkayê vegerandin.”

Derbarê hebûna hêzên Amerîkayê di nav axa Iraqê de jî, Mistefa Kazimî ragihand, “Em li gel Amerîkayê rêkeftine ku heta 1ê Kanûna îsal ti hêzên Amerîkî yên şerker li Iraqê namînin.”

Têkiêldarî hilbijartinan jî, Kazimî diyar kiriye ku “hilbijartin dê di dema xwe ya diyarkirî de bê lidarxistin û boykotkirina hilbijartinê xizmeta ti kes û aliyan nake.”

Ew yek di demekê de ye, ku heta niha 25  partî û hevpeymanî ji hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê vekişiyane.

Tevgera Sedir ku di çarçoveya Hevpeymaniya Saîrûn de ye û 54 kursiyên vê hevpeymaniyê hene, Hevpeymaniya Weteniye ya Eyad Elawî ku 21 kursiyên wê hene û Eniya Diyaloga Niştimanî ya Salih Mutleg ji diyartirîn wan aliyan in ku vekişîna xwe ji hilbijartina pêşwext ragihandine.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Mistefa Kazimî, di warên, asayiş, aborî, tendirustî, xwendin, enerjî, jîngeh û weberhênanê de, jihevtêgihiştin hatine îmzekirin.

Pêştir Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana xwe ya bo Waşingtonê weke “serdaneke serkeftî” bi nav kiribû û ragihandibû, di warê serbazî de rêkeftin bi Amerîkayê re hatiye kirin ku erkê hêzên Amerîkî yên li Iraqê ji serbazî bo rahênan û şêwirê bê guherandin û ti hêzên şerker ên Amerîkî jî heta dawiya salê li Iraqê nemînin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja Yekşemê 25ê Tîrmehê serdana Amerîkayê kir û roja Duşemê 26ê Tîrmehê li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re civiya.

Herwiha roja Duşemê 26ê Tîrmehê gera çarem a danûstandinên stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de hat sazkirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.