1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Kazaxistanê 47 welatiyên xwe ji Rêveberiya Xweser wergirtin
Kazaxistanê 47 welatiyên xwe ji Rêveberiya Xweser wergirtin

Kazaxistanê 47 welatiyên xwe ji Rêveberiya Xweser wergirtin

Hikûmeta Kazaxistanê ragihand, ku wan 47 welatiyên xwe ji Sûriyê wergirtine.

A+A-

Serokê Kazaxistanê Nursultan Nazarbayev ragihand ku hikûmeta Astanayê 47 welatiyên xwe, roja 6ê vê mehê Çile, ji Sûriyê wergirtine.

 

Bi gotina Nazarbayev, di çarçoveya proseyeke mirovî ya hevbeş de, wan 47 welatiyên xwe wergirtine. Di nav wan de 30 zarok hene, ku gihiştibûn Sûriyê.

 

Bi gotina serokê Kazaxistanê, ew welatiyên wan "weke barimte (rehîne) ketibûne destê terorîstan".

 

Tora Medyayî ya Rûdawê jî, berî çend rojan ragihandibû, ku Rêveberiya Xweser 5 girtî yên çekdarên DAIŞê radestî hikûmeta Kazaxistanê kirine, ligel wan jî 11 jin û 30 zarok hebûne, ku hemû hilgirên regeznameya Kazaxistanê bûne.

 

Rêveberiya Xweser ragihandibû, ku ji berî mehekê ve rêkevtin di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên dijeterorê yên Kazaxistanê de hatibû kirin, ji bo radestkirina wan girtiyên Kazaxistanî ku tevlî rêzên DAIŞê bibûn.

 

Li gorî ragihandina Rêveberiya Xweser, ew rêkevtin roja 5ê Çileya 2019an kete warê cîbicîkirinê û bi awayekî fermî bi navbeynkariyeke amerîkî, ew girtiyên DAIŞî radestî hikûmeta Kazaxistanê hatin kirin.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.