1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Kalin: Liser herêma ewle me û Amerîkayê lihev nekiriye
Kalin: Liser herêma ewle me û Amerîkayê lihev nekiriye

Kalin: Liser herêma ewle me û Amerîkayê lihev nekiriye

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin piştî civîna kabîneyê ji medyayê ra axivî.

A+A-

 

 Kalinî aşkere kir ku divê Menbic û rojhilatê Çemê Firatê di bin kontrola Tirkiyê da bin. Herwiha Kalin da zanîn ku heta aniha wan ligel Amerîkayê derbarê herêma ewle lihev nekiriye.

Nîqaşên liser avakirina herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin aşkere kir ku ew ligel hevpeymanên xwe di danûstendinê dane bo herêma ewle di destê Tirkiyê da be.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku wê ew destûrê nedin xeteke metirsî be ji Tirkiyê ra li Sûriyê ava bibe.

Sibehê wê Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Amerîkayê bike û rewşa herêma ewle û vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê gotûbêj bike. Tirkiye dixwaze herêmeke ewle bê avakirin û ew di bin kontrola Tirkiyê da be. Herwija berpirsên PYDê jî wê yekê red dikin û dixwazin herêma ewle di bin kontrola hêzên navdewletî de be. 

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.