1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Kalin: Bûyera li Konyayê tê lêkolînkirin
Kalin: Bûyera li Konyayê tê lêkolînkirin

Kalin: Bûyera li Konyayê tê lêkolînkirin

A+A-

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin derbarê êrişa li dijî malbata Kurd de ragihand, encamder dê bên girtin û dadgehîkirin.

Îbrahîm Kalin derbarê bûyera kuştina 7 endamên malbateke Kurd li Konyayê li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê diyar kir ku ew bûyer bi hûrî tê lêkolînkirin û got, “Encamder dê bên girtin û bên dadgehîkirin. Em dê li hember provakasyonên di ser vê bûyerê re bên kirin, yekgirtî bin.”

Li bajarê Konya yê Tirkiyê di encama êrişa ser malbateke Kurd de 7 kes hatin kuştin û mal jî hat şewitandin.

Ew malbata Kurd roja 12ê Gulana îsal ji aliyê grupeke nîjadperest ve rastî êrişekê hatibû û di encamê de 7 endamên wê malbatê ku 4 jê jin bûn, birîndar bûbûn. Malbata ku êrîş rêkxistibû, her cîranê wê malbata Kurd bûn.

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî serdana wê malbata Kurd kiribû û li gorî gotina wê malbata Kurd, grûpa nijadperest a Tirk ji wan gotine, ew neteweperest in û rê nadin ku ew malbata Kurd li wir bijî.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li hejmara fermî ya Twitterê derbarê êrişa li ser malbata Kurd û şewatên li daristanên Tirkiyê peyamek belav kir û êrişa li ser malbata Kurd ku di encamê 7 kes ji malbatê hatin kuştin şermezar kir û serxweşî li malbatên qurbaniyan kir.

Di peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin, “Hizir û duayên me li gel malbatên qurbaniyan e. Divê berpirsên vê tawanê bên darizandin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî derbarê kuştina malbateke 7 kesî ya Kurd li bajarê Konya yê Tirkiyê, li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û ragihand, “Gelek dilteng im bi nûçeya taybet a taybet bi encamdana êrişa dirindane y abo ser malbateke Kurd li Konyaya Tirkiyê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar jî kir, “Ez çaverê dikim encamderên êrişê bi temamî bên cezakirin.”

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersê çûne Konya û ev dema 15 sal e li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivkayetî bi wan dihat kirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.