1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Kadepê ji »Demokratik Ozerklika« Abdullah Ocalanî re got no
Kadepê ji »Demokratik Ozerklika« Abdullah Ocalanî re got no

Kadepê ji »Demokratik Ozerklika« Abdullah Ocalanî re got no

A+A-

Partiya Kadepê ya ko rêberê kurd Şerefedîn Elçî serokatiya wê dike ji dawetnameya terefdarên PKK-ê yên bi navê ”Demokratik Toplum Kongresi” re got no û diyar kir ko kongreya wê rêxistinê ya li Diyarbekirê di bin patenta rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî de ye.

Komîsyoneka ko parlamenterê DEP-ê yê berê Hatip Dicle û hinekên dî tê de cih digirin duhî aşkera kir ko ew dê îro û sibe li Diyarbekirê bicivin û ji bo konferansa ko qewl ew e vê pehîzê li Hewlêrê çêbe hinek pêşniyarên konkret amade bikin da li wêderê pêşkêşî konferansê bikin.

Kadepê duhî bi daxuyaniyekê aşkera kir ko ew beşdarî kongreya îro û sibe ya li Diyarbekirê nabe ji ber organîzatorên vê kongreyê bi serê xwe rojeva civînê amade kirine û dixwazin partiyên dî yên kurdan di vîtrînê de tenê wekî xemla civînê bi kar bînin û ti pûteyê bi nêrîn û fikrên wan partiyên dî nadin û got:

— Ev kongre bi temamî di bin patenta rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî de ye û wisa diyar e ko dê di çarçeweya projeya ”Demokratik Ozerklikê” de ko di termînolojiya siyasî û pratîkê de jî cihekê wê nîne bêt bi rê ve birin.

Lewra jî Kadepê biryar da ko beşdarî vê kongreya li Diyarbekirê nebe.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.