1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ji Wezîrê Derveyê Îraqê vegotina “Elbeẍdadîyî”
Ji Wezîrê Derveyê Îraqê vegotina “Elbeẍdadîyî”

Ji Wezîrê Derveyê Îraqê vegotina “Elbeẍdadîyî”

A+A-

,

Birêvebirê Tevahîya Beşa Îstîxbaratê û Têkoşîna bi Kafiristanîyê re yê Wezîrîya Hundirîya Îraqê da xuyandin ku rewşa fizîkî û rûḥî ya serekê DAʕÎŞê Ebûbekîr Elbeẍdadî gelek ne baş e.

 

Li gora xebera Şefeq Newsê Birêvebirê Tevahîya Beşa Îstîxbaratê û Têkoşîna bi Kafiristanîyê re yê Wezîrîya Hundirîya Îraqê ʕElî Elbeserî da xuyandin ku rewşa fizîkî û rûḥî ya serekê DAʕÎŞê Ebûbekîr Elbeẍdadî gelek ne baş e.

Li gora xuyandina serbazekî bilindî berpirsê Îraqê vegotiye ku li ser nebaşbûna serekê DAʕÎŞê Ebûbekîr Elbeẍdadî li herêma Elcezîreyê hatiye hilanîn nexweşxaneyeke DAʕÎşê. Beserî, ji bilî vê ragihand ku serekê DAʕÎŞê Ebûbekîr Elbeẍdadî ji alîyê rûḥî gelek ne baş e, bi birînên xeternak ên û çendîn hestûyên wî yên şikestî dema hat hilanîn nexweşxaneyê hêza birêveçûna xwe jî ji dest daye

Birêvebirê Tevahîya Beşa Îstîxbaratê û Têkoşîna bi Kafiristanîyê re yê Wezîrîya Hundirîya Îraqê ji bilî van got ku Beẍdadî hê li herêma Elcezîreyê ya Sûrîyeyê ye û nehatiye şandin cîhekî din lê li gora îsbatên bidestxistî ji ber birînên wî yên giran dibe ku bimire.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

 

 

                        

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.