1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ji senatorê  DYE-yî ji bo Tirkîyeyê gazîkirina pêdankirinê
Ji senatorê  DYE-yî ji bo Tirkîyeyê gazîkirina pêdankirinê

Ji senatorê  DYE-yî ji bo Tirkîyeyê gazîkirina pêdankirinê

A+A-

 

 

Senatorê DYE-yî James Lankford (Ceymis Lenkford) û Jeanne Shaheen (Cîn Şehîn) xwastin keşe Brunson-ê li Tirkîyeyê girtî were serbesberdan.

 

Andrew Craig Brunson (Endrîw Kreyg Bransin) li bajarê Îzmîrê Tirkîyeyê bi sûckirina li ser navê FETO û PKK-ê hatibû gunehbarkirin û di 9ê Çîrîya Pêşîna 2016ê de hatibû girtin.

Jê re bi ithama digel ku ne endamê sazgehê ye jî li ser navê sazgehê sûc kiriye 15 sal, bi îthama peydekirina zanyarîyên divên veşarî bimînin û bi mebesta siyasî û sîxurîya eskerî peydekirina wan ḥeta 20 salan, bi tevahî 35 sal cezayê zîndanîkirinê tê xwastin.

Senator, di dîyarkirina xwe ya hevpar a nivîskî de ji ber serbestnehiştina keşeyî Tirkîyeyê gunehbar kirin.

Di ravekirinê de weha hat gotin: “Her Tirkekî dest dayne ser her welatîyekî Emerîkan î bêguneh, nexasim jî ê ku li dijî keşe Brunson-î tev bigere divê bi encamên navneteweyî re rûbirû bimîne.

Divê di nava her du welatan de hevkarî û têkilî bi pêş ve biçin. Ḥikûmeta Emerîkayê ji peydekirina ewlehî û kêfxweşîya welatîyên xwe berpirs-mesûl e.”

Trump (Tramp)ê serekdewletê DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê) jî berî vêga di ḥesabê xwe yê çapemenîya civatî de belav kiribû, gotibû ku keşe Brunson li Tirkîyeyê berredayî tê meḥkemekirin.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

       

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.