1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ji sedî 90 a penaberên Sûriyê naxwazin vegerin
Ji sedî 90 a penaberên Sûriyê naxwazin vegerin

Ji sedî 90 a penaberên Sûriyê naxwazin vegerin

A+A-

Li gor rapirsiyekê Fransî ji sedî 90 a penaberên Sûriyê yên li Ewropayê, naxwazin vegerin welatê xwe.

Di lêkolîneke rojnameya Libération a Fransî de ev pirs hatiye kirin “Gelo koçberên Sûrî, piştî 9 salên şerê navxwe dixwazin vegerin welatê xwe?” Di berdewamiya lêkolînê de bersiva pirsê tê dan û dibêjin, vegera koçberên Sûrî ji welatên diaspora bo welatê xwe zehmet e.

Vegera koçberên Sûrî ji welatên Diaspora bo welatê xwe xewn û xeyal e, ev yek di naveroka lêkolîneke rojnameya Libération a Fransî de hatiye, rojname dipirse: Gelo koçberên Sûrî, piştî 9 salên şerê navxwe û tarajedya û derd û êşên koçberiyê dixwazin vegerin welatê xwe, herwiha rojname dipirse, gelo hejmara wan koçberên ku dixwazin vegerin çendin û mercên wan bo vegerê jî çi ne?

Li gor Neteweyên Yekbûyî û Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê niha 7 milyon Sûrî li welatên diasporayê dijîn.

Rojnameya navborî dibêje ji %90ê koçberên Sûrî ji ber têkçûna rewşa ewlekariyê welatê xwe bicîh hiştin lewra ditirsin vegerin, çimkî  hêj rewş nehatiye guhertin.

Herwiha rojnameya Fransî di lêkolîna xwe de dide xuyakirin, ku Ji %75ê koçberên Sûrî dixwazin vegerin, lê bi merc.

Koçberên Sûrî dibînin vegera wan bo welatê wan bi cîbicîkirina 2 mercan ve girêdayî ye, çaksaziya hêzên ewlekariyê û guhertina rejîma siyasî.

Ew Rojname herwiha dide xuyakirin, ku ji %82ê koçberên ku dixwazin vegerin welat, malên wan li navçeyên hikûmetê ne piştî ku şer li wan navçeyan bidawî bûye. Di vê derbarê de, Neteweyên Yekbûyî dibêje; divê koçber bi kêfa xwe vegerin, bê ku ti guşar li wan bê kirin an bi zorê bên vegerandin. Herwiha dibêje ku heta çareseriya siyasî li Sûriyê çênebe vegera koçberan zehmet e û metirsî li ser jiyana wan heye.

Ji aliyê xwe ve, HRW jç dibêje: “Koçberên Sûrî li welatên diaspora li jêr guşarê dijîn û ev yek dijî yasayên mafên mirove û koçberên vegeriya bûn jî rûbirûyî serkutkariyê bûn.”

Di dawiya lêkolîna xwe de rojnameya Fransî tekez dike, ku ji %90ê Koçberên Sûrî yên ku li Ewropayê dijîn naxwazin vegerin jiber jiyanek ji xwe re peyda kirine.

Li gor rêxistinên mirovî, mafên mirov û çavdêrên peywendîdar vegera koçberên Sûrî bo welatê xwe di halê hazir de, ku ti guhertin çênbûye.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.