1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ji kurdan re aramî nîne, DAIŞ çû, Heşdî Şabî hat!
Ji kurdan re aramî nîne, DAIŞ çû, Heşdî Şabî hat!

Ji kurdan re aramî nîne, DAIŞ çû, Heşdî Şabî hat!

Hêzên ku ji serkeftina Pêşmerge û RHK’ê ya Şengalê aciz in, ji bo li Kurdistanê tevlîhev bikin vê carê jî milîşeyên şîa Heşdî Şabî ku ji alî Îranê ve têne motîvekirin û ji alî Iraqê ve têne fînansekirin li bajarê Tûzxurmatûyê bikartînin. Serokê RHK’ê Mesû

A+A-

Hêzên ku ji serkeftina Pêşmerge û RHK’ê ya Şengalê aciz in, ji bo li Kurdistanê tevlîhev bikin vê carê jî milîşeyên şîa Heşdî Şabî ku ji alî Îranê ve têne motîvekirin û ji alî Iraqê ve têne fînansekirin li bajarê Tûzxurmatûyê bikartînin. Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî got: “Kurdistan ne ew war e ku Heşdî Şabî tê de bi cih bibe” û hişyar kir ku ew ê rê nedin Heşdî Şabî ku Kurdistanê tevlîhev bike.

Milîşeyên Heşdî Şabî, ji alî generalê îranî Qasim Silêmanî ve bi şêweya Hîzbûllaha Lubnanê tê bi rêxistin, ji alî Bexdayê ve tê fînansekirin û ji bo berjewendiyên Îranê tevdigere. Gellek fermandarên Heşdî Şabî ji pasdarên ku fermandariyên hêzên milîşe yên Besîc ên Îranê kirine pêk tên. Heşdî Şabî, heta niha li hember DAIŞ’ê serkeftineke grîng bi dest nexistiye.

DAIŞ nebû, fermo Heşdî Şabî!

Hêzên ku ji serkeftin û moralê Pêşmerge û RHK’ê ya Şengalê aciz in, ji bo li Kurdistanê tevlîheviyê pêk bînin vê carê milîşeyên şîa yên paramîlîter ên Heşdî Şabî ku ji alî Îranê ve têne motîvekirin û ji alî Iraqê ve têne fînansekirin li Tûzxurmatûyê xistin dewrê. Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî di derbarê provokasyon û destdirêjiyên Heşdî Şabî de got; “Tûzxûrmatû axa Kurdistanê ye û Kurdistan ne ew war e ku Heşdî Şabî tê de bi cih bibe” û hişyar kir ku ew ê rê nedin ku Heşdî Şabî li Kurdistanê tevlîheviyê pêk bîne. Barzanî ferman da Pêşmerge ku li Tûzxûrmatûyê kontrola asayîşê pêk bînin.

Milîşeyên xwebexş ên Heşdî Şabî, hêzek e ku ji alî generalê Îranê Qasim Silêmanî ve bi şêweya Hîzbûllaha Lubnanê tê bi rêxistin, ji alî Bexdayê ve tê fînansekirin û ji bo berjewendiyên Îranê tevdigere. Gelek fermandarên Heşdî Şabî ji pasdarên ku fermandariyên hêzên milîşe yên Besîc ên Îranê kirine pêk tên. Heşdî Şabî, her çiqas piştî ku DAIŞ’ê Mûsilê dagir kiribe hatibe damezirandin jî, heta niha li hember DAIŞ’ê serkeftineke grîng bi dest nexistine.

Çav li rê ye ku îran ji bo astengkirina aramiya Kurdistanê û nexşerêya serxwebûna HRK’yê, milîşeyên Heşdî Şabî bajo heremê û vê carê di navbera hêzên şîe û kurdan de şer derxîne.

Piştî DAIŞ’ê êrîşên Heşdî Şabî

Piştî rizgarkirina Şengalê, hin serkirdeyên şîa bidestxistina Pêşmerge ya Şengalê wek dûbare dagirtinê nirxandin û piştî van geşedanan bûyerên li navçeya Tûzxûrmatû ku berê bi Kerkûkê ve girêdayî bû, lê di dema Saddam Huseyn de bi mebesta erebkirina şûnwarên kurd, bi Selahedînê ve hate grêdan rû dan. Heşdî Şabî’ya ku ji destpêkê ve li ser Şengalê di nav hewldanan de ye, piştî ji alî Pêşmerge ve hate rizgarkirin, tê gihîşt ku ew ê ji Şengalê encamek bi dest nexe, li Tûzxûrmatûya ku berê jî bi helwestên xwe yên neyênî hatibû rojevê rûdanên ku bi mirinan bi encam bû xêrnexwaziya xwe diyar kir.

Li Tûzxûrmatûya ku piraniya şêniyên wê kurd in, lê belê li gel kurdan Turkmen û Erebên şîa û sunne jî hene, di 12’ê Mijdarê de piştî ku konvoyeke milîşeyên Heşdî Şabî di dema derbasbûna baregeheke Pêşmerge de nesekinîn û Pêşmergeyan ji bo ewlehiyê ew rawestandin pevçûn derketin. Piştî van pevçûnan, milîşeyên ku li nav Tûzxûrmatû ne êrîşî mal û dukanên kurdan kirin û rûdan li hemû navçeyê belav bûn.

Piştî ku mal û dukanên kurdan bûn armanca êrîşan, kurdan jî bi mebesta parastinê dest bi êrîşan kirin. Di encama pevçûnan de 12 milîşeyên Heşdî Şabî mirin û 20 jî birîndar bûn. Li gel 6 sivil 2 Pêşmergeyan jî jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 40 mal û 100 kargeh û dukkan jî hatin talankirin.

Di van pevçûn û rûdanan de milîşeyên Heşdî Şabî hin kurdên sivîl dîl girtin û Hêzên Asayîşê yên Pêşmerge jî gelek milîşeyên Heşdî Şabî û hin kesên ku bi milîşeyan re hevkarî kirine destgîr kir.

Piştî ku DAIŞ’ê bajarê Selahedîn dagîr kir û Artêşa Iraqê ji herêmê reviya, Hêzên Pêşmerge Tûzxûrmatûya ku yek ji şûnwarên herêmên bi nîqaş ku di navbera Bexda û Hewlêrê de statuya wan nehatibû diyarkirin bû kontrol kir. Piştî ku navçe kete dest Pêşmerge çendek milîşeyên Heşdî Şabî jî hatin navçeyê û bi hatina wan re rûdanên mezhebî destpê kirin.

Piştî ku rûdanên li Tûzxûrmatû gihîştin asta xeternak serkirdeyê şîayên Iraqê Ayetullah Alî Sîstanî, Serokwezîrê Iraqê Haydar Îbadî û gelek siyasiyên grîng xeteriya bûyeran destnîşan kirin û ji bo dawî li rûdanan bê bang li rûsipî û aqilmendan kirin da ku bûyeran rawestînin.

Barzanî: Tûzxûrmatû xaka Kurdîstanê ye

Pişti rûdana bûyerên li Tûzxûrmatûyê û angaştên hin endamên polîtbîro û dezgehên ragihandinê yên YNK’ê ku gtibûn Serokê RHK’ê û PDK’ê bêdeng mane ku Haşdî Şabî derbasî axa Kurdîstanê bibe de Mesûd Barzanî jî bi daxuyaniyekê bertek nişan da û got: “Tûzxûrmatû axa Kurdîstanê ye.”

 

Barzanî di daxuyaniya xwe de ji bo bûyerên Tûzxûrmatûyê Heşdî Şabî tawanbar kir û bang li Pêşmerge û hêzên asayîşê kir ku Tûzxûrmatûyê kontrol bikin. Barzanî wiha got: “Tûzxûrmatû axa Kurdîstanê ye û cihê Heşdî Şabî di axa Kurdîstanê de tune ye.” Barzanî destnîşan kir ku ji bo asayîş û parastina Kurdîstanê pêdivî bi hêzeke din tune ye û Peşmerge bes e. Di peyama xwe ya di malpera fermî ya serokatiyê de Barzanî li ser angaştên derdorên YNK’ê ku Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî û PDK’ê ji daketina axa Kurdistanê ya Heşdî Şabî re bêdeng mane de jî got: “Helwesta Serokê RHK’ê ya li dijî Heşdî Şabî, beriya niha çawa be niha jî wisa ye. ji bilî hevkariya Pêşmerge û Heşdî Şabî ya li dij DAÎŞ’ê, em ê rê nedin tu kesî ku di axa Kurdistanê de karên nepenî û xeter pêk bînin. Ev hevkarî nayê wê wateyê ku em ê ji pêkanînên Heşdî Şabî yên Tûzxûrmatû bêdeng bimînin. Tûzxûrmatû axa Kurdîstanê ye û ne stargeha Heşdî Şabî ye. Hebûna Heşdî Şabî ya di axa Kurdîstanê de, ne bi destura Serokê RHK’ê pêk hatiye.”

 

Barzanî ferman da Peşmergê: Kontrolê pêkbînin

 

Milîşeyên paramîlîter ên Heşdî Şabî ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê di daniştina Parlamenê ya ji bo budceya 2016’an a Çarşema çûyî de ji bo wan budceyeke 1 Trîlyon û 301 Milyar û 242 Milyon û 388 hezar dînar ku teqabulî 1 Milyar û 58 Milyon Dolarî dike terxandibû, di 12’ê Mijdarê de bûn sedema bûyerên çekdarî. Piştî ku xeterî mezintir bû Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî ferman da Pêşmerge da ku erka xwe bê kêmasî bi cih bîne û li Tûzxûrmatûyê kontrola xwe pêk bîne.

 

Barzanî di fermana xwe de xwest ku Peşmerge erka xwe ya fermî ya dabînkirina asayîşa navçeyê bi cih bîne. Di daxuyaniyê de Barzanî got ku ev çend rojin di buyerên ku li Xurmatû de ji pêkhateyên neteweyî û mezhebî yên cuda gelek kes hatine kuştin û li dij mal dezgehên sivîlan destdirêjî hatiye kirin. Barzanî got: “Her dû alî jî cihe ku bi hev re şer dikin, divê bi hev re asayîşa navçeyê pêk bînin û li dij DAÎŞ’ê şer bikin.”

Peyman pêk hat dîl serbest hatin berdan

Piştî egera ku bûyerên li Tûzxûrmatûyê mezin bibin peyda bû, Pêşmerge li gor fermana Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî tevgeriya û dest bi hewldanên kontrola navçeyê kir. Piştî hewlên Pêşmerge, serkirdeyên şîa û Turkmenên Iraqê jî banga aramiyê kirin. Li ser vê yekê aliyê kurd jî ji wê bangê re bersveke erênî û hevditinan destpê kir. Di encama van hevdîtinan de aliyan, daxuyaniyeke hevpar dan raya giştî. Ji 12 Mijdarê ku bûyeran dest pê kiribû heta niha, aliyan lijne damezirandibûn û ji bo bûyer bi dawî bibin dest bi hewldanan kiribûn. Di daxuyaniyê de Fermandarê Tumena Turkmen a Heşdî Şabî Yilmaz Naccar anî ziman ku berê li dij dîktatoriya Sadam û niha jî li dijî DAÎŞ’ê ew li gel kurdan têkoşiyane, ew ê bi kurdan re dijminahiyê nekin û ew ê bi hev re bijîn. Naccar piştî axaftina xwe biryarên hevbeş ên ku ji bo dabînkirina asayîşa Tûzxûrmatû hatine stendin ragihand. Biryar ev in: “Ji bo alozî bi dawî bibin lijneyeke ku wê pirsgirêkan ji holê rake û hêzên Pêşmerge û yekîniyên Asayîşê bi hevre li ser hevkariyê nêzîkî hev bike vere sazkirin. Ev lijne, wê ziyanên malbatên ku neferên wan hatine kuştin û birîndarkirin destnîşan bike, kesên bûne sedemê pevçunan diyar bike û ji bo cezayên xwe bikêşînin radestî dadgehan bike, ji bo kesên ku ji ber pevçûnan ji navçeyê koç kirine, derfetên vegerê peyda bike. Her wiha biryar hate stendin ku herdu alî jî dîlên di dest xwe de serbest berdin û ji bo ewlehiya navçeyê hêzeke leşkerî ku ji herdu aliyan pêk tê bê amadekirin û asayîş bê dabînkirin. Ev lijne her wiha ji bo mal û dikanên ku rûxiyane jî wê xebatên avadaniyê pêk bîne.”

Di daxuyaniyê de berdevkê aliyê kurd û Endamê Encûmena Navendî ya YNK’ê Ednan Heme jî axivî. Heme spasiyên xwe pêşkêşî kesayet û berpirsên ku ji bo alozî bi dawî bibin helwestiyane kir û wiha dom kir: “Di nav dostên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirine nabe ku şerê hev bikin. Ji ber ku dijminê me hemûyan yek e, divê em pirsgirêkên nav xwe çareser bikin.”

Her wiha jêderên herêmî ragihandin ku di nav Pêşmerge û komên çekdar ên navçeyê de  hêzeke hevbeş a asayişê ku ji 140 kesan pêk tê hatiye avakirin û ev hêz wê ji hêzên polîs ên navçeyê re bibin alîkar. Fermandarê Hêzên Pêşmerge yê Eniya Tuzxurmatû Timgeneral Baxtiyar jî diyar kir ku li gor peymana ku bi Heşdî Şabî re hatiye îmzekirin kurdên ku dîl hatine girtin wê serbest bêne berdan. Piştî wan geşedanan Fermandarê Heşdî Şabî Atif Necar jî di derbarê dîlan de ragihand ku piştî ev peyman hatiye îmzekirin herdu aliyan jî dîlên di dest xwe de serbest berdane.

Fûad Huseyn: Rûdanên Tûzxûrmatû gumanbar in

Serokê Dîwana Serokatiyê ya RHK’ê Fûad Huseyn di derbarê sedem û geşedanên rûdanên li Tûzxûrmatû de ji BasNûçeyê re axivî û got: “Piştî rizgarkirina Şingal’ê, ev bûyerên ku li Tûzxûrmatû rû dan pir watedar in. Car caran li deverên ku ereb û tirkmen lê dijîn alozî û gengeşî rû didin, lê belê piştî rizgarkirina Şengalê ya Pêşmerge, pêkhatina van bûyeran cihê gumanê ye.” Fûad Huseyn, li ser pirsa me ya, ‘Sedemê ku derdorên YNK’ê, Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî û PDK’ê bi bêdengmayîna derbasbûna Heşdî Şabî ya axa Kurdistanê’ vê bersivê da: “Li tu qadan pêdiviya Pêşmerge bi hêzên din ên derveyî Herêma Kurdistanê tune ye. Li gel vê jî angaştên bêdengmayîna li dijî Heşdî Şabî ne rast e û Serok Barzanî jî di peyama xwe ya di derbarê vê babetê de bersiva wan angaştan daye. Armanca sereke ya RHK’ê têkbirina DAIŞ’ê û gefa wê ya li ser Kurdistanê ye. Heşdî Şabî jî di şûna ku bela xwe li kurdan bixe, divê serê xwe bi têkbirina DAIŞ’a ku dijminê me hemûyan e biêşîne. Pêwendî û tekoşîna hevpar a me û wan wê çareseriya pirsgirêkên din ên herêmê jî hesantir bikin. Jixwe Haşdî Şabî bi armanca li dijî DAIŞê şer bike ava bûye û dijminê me ye hevpar DAIŞ e.”

Sirwan Abdûllah: ji bo heremên nakokbar zemina yasayî divê

Parlamenê Berê yê Lîsta Kurda a Parlamana Iraqê û Serkirdeyê YNK’ê Sîrwan Abdûlah jî di derbarê bûyerên Tûzxûrmatû ku piştî serkeftina Şengalê ya Pêşmerge pêk hatin û herêmên nakokbar ên ku statuya wan nehatiye destnîşankirin de bersiv dan pirsên BasNûçeyê. Sîrwan Abdûlah got: “ piştî ku DAIŞ li Iraqê derket holê û herêmên nakokbar ên ku axa Kurdistanê ne ji alî Pêşmerge ve hatin bi destxistin, di navbera Pêşmerge û Heşdî Şabî’yên ku ji alî Hikûmeta Bexdmayê ve têne fînansekirin û ji alî Îranê ve têne organîzekirina de nakokiyan rû dan. Heşdî Şabî, di şûna ku bi DAIŞê re şer bike berê xwe da bajar û navçeyên kurdan ku di nav wargehên nakokbar de ne. Heşdî Şabî li çend ji van navçeyan hêzên xwe bi cîh kirin û xwest ku li van şûnwaran bibe xwedî gotin. Lê ji ber êşmerge van pêngava vala derxist bûyerên xurmatû destpêkir, ev ne yekem care li kerkûk û cîhên din ji ev hatibû ceribandin û Heşdî Şabî wê van pêngava bi domîne.” Abdûllah wiha domand: “ di 2003 an de bi hilweşîna rejîma Baasê re û bi qedandina zexteên rejîmê ji hev de xav bûn destpêkir, piştî têkçûna DAIŞê heremên gengeşayî wek defakto kete bin kontrola Pêşmerge lê divê bi qanûnî têkeve bin ewlehiyê. Ji  gelheya xurmatû ji sedî 55’an zêdeetir kurd hene yên din jî şîa, tirkmenên sunne û erebên Şîa nin. Hejmarên şîa gelekî ji yê din kêmtire li gel vê Heşdî Şabî dixwaze bibe hêzek mezin lê pêşmerge destûr nade.” Li ser babeta rayedarên YNKê jî Sîrwan Abdûllah wiha got: “ Ne dema nîqaşên vala ye, dema yekîtiyê ye.”

 

Aştî Hawramî: Ji bo şerê DAIŞ’ê Piştgiriya fînansî ferz e

 

Bandeva 7. a Enerjî û Aboriya Lijneya Atlantîkê roja çarşemê li Stenbolê destpêkir û roja înê qediya. Di bendavê de Wezîrê Çavkaniyê Xwezayî yê Herêma Kurdistan’ê Aştî Hawramî axivî û got: “ Şerê li dijî DAIŞê barekî girane li ser aboriyê, ji ber vê yekê  RHK di pêdiviya bi piştgiriya fînansî de ye nefta Kurdistanê divê  li bazara dinyê de de firotina wê berdewam bike.”

Ji 40 welatî nêzîkî 600 siyasetmedar û rêveberên girîng tevlî Bandeva 7. a Enerjî û Aboriya Lijneya Atlantîkê bûbûn û Wezîrê Çavkaniyê Xwezayî yê Herêma Kurdistan’ê Aştî Hawramî jî hatibû vexwendin. Hawramî di beşa babeta bi navê ‘Li Herêma Kurdistanê Enerjî’ axaftinek pêk anî. Hawramî di axaftina xwe de da zanîn ku RHK’ê, ji aliyekî ve li dijî DAIŞ’ê şer dike, ji aliyên din ve jî hewl dide ku pêdiviya bazarên navneteweyî ya neftê dabîn bike û got: “Lê belê ji ber barê giran ê aborî yê şer,  pêdiviya RHK’ê bi piştgiriya fînansê heye.”

 

Di bandeva ku bi axaftina vekirinê ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan destpê kiribû babetên grîng ên di derbarê şerê li dij DAIŞ’ê, kêmbûna buhayê neft û gazê, qeyrana aborî û siyasî ya li Ûkraynayê, geşbûna pêwendiyên navbera Îran û welatên rojava û bandora wê û hemû babetên ku ewlehiya enerjî eleqedar dikin hatin nîqaşkirin. Aştî Hawramî jî di roja dawî de axivî û got: “ Li dijî DAIŞ’ê şer, penaberên ku hejmara wan ji sedî 30’yê gelheya Herêma Kurdistanê ye û para budceya RHK’ê  ku Reveberiya Bexda naşîne dibe sedemê pirsgirêkên aborî û fînansî û ji ber vê yekê nefta Kurdistanê ji bo firotina bazara navneteweyî di rîskeke mezin de ye û ev qeyrana aborî nahêle ku am li dijî terorê bi rêkûpêk şer bikin.”

Hawramî got: “Di 2014’an de bi dagirtina DAIŞ’ê ya Mûsilê RHK’ê bi bê derfetî û li gel hêzên hewa yê hevpeymaniya navneteweyî DAIŞ’ê ji bîrên neftê dûr xistin û di salekê de li hemû qadên şer DAIŞ paşve birin û rizgarkirina Şingalê mînaka herî dawî ye. Di van şerdan de me mûçeyê karmend û Pêşmergeyan bi 3-4 mehan derengî da û bi vî awayî şerê li dijî terorê ne pêkan e.

Razemendên pargîdaniyên neftê û xebatên di hilberandinê ji bo sala pêşîya me RHK’ê wê herikandina hezar varîl neft pêşdîtine lê ji bo em diravdanên pargîdana bikin pêdiviya me bi piştgiriya fînansî heye. Tekoşîna bi DAIŞ’ê re ne karê RHK’ê tenê ye, karê hemû dinyê ye. Di mehên pêşîya me de difikirim ku ji bo Pêşmergeyan rasterast alîkariya çekan em ê bigrin. Lê alîkariya çekan tenê jî ne bes e. Ji bo ku RHK’ê ji vê rewşa aloz rizgarbibe pêdiviya me bi piştgiriya fînansî heye.”

 

Khalilzad piştgirî da banga Hawramî

Hawramî  da zanîn ku wê RHK’ê di 2016’an de dest bi henardekirina gazê jî bike da. Ji Serbalyozê berê yê Bexda yê YDE Zalmay Khalilzad piştgirî da banga Hawramî ya daxwaziya pistgiriya fînansî. Khalilzad wiha got: “ Ger li dijî DAIŞê tê xwastin ku şerê bi bandor were kirin divê banga RHKê ya piştgiriya fînansî were bersivandin. Hilberandina hin bîrê nefta kêm bûne û ev jî pargîdaniyên hilberandinê dikin dixe tengasiyê.” Khalilzad wiha berdewam kir : “Bi alîkariyên DYA û hevpeymaniya navneteweyî Pêşmerge, li qadên şer bi ser dikeve. Ev erênî ye, lê belê divê alîkariya fînansî û leşkerî zêdetir bibe.”

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.