
JI HEREKETA ÎSLAMÎYİ CÎHAD ALÎKARÎ JI BO ARAKANÊ
Rêberekî cîhada îslamî Dawud Şîhab di protestoyê da got: Ev kuştina misilmanên Myanmarê berê niha deh salan despê kir û anha ji nuve despê kir.
Hereketa Cîhada Îslamî ya li Filîstînê ji bo misilmanên Arakanê li Gazzeyê xwepêşandanek amade kir, zilma Myanmarê protesto kir.
Protestoya li ber xaniyê Yekîtiya Netewan hatiye amade kirin da rêber û endamên Hereketa Îslamî jî amade bun.
Rêberekî cîhada îslamî Dawud Şîhab di protestoyê da got: Ev kuştina misilmanên Myanmarê berê niha deh salan despê kir û anha ji nuve despê kir.
Şîhab bêdengiya Civaka Navnetewî ya li hemberî zilma Arakanê rexne kir û got: Demê ku mesele misilman bin hemu dinya li hemberî misilmanan dibe yek lê demê misilman têne qetil kirin hemu dinya ker û lal dibe.
Şihab got: Destê Yekîtiya Netewan di kuştina zarok, biçuk û jinkan da heye. Çima heta niha Xelatê Aşîtiyê yê Nobelê ji serokwezîrê Myanmarê nayê wergirtin.
Şîhab gazî saziyên navnetewî kir ku wezîfeya xwe bînine cih û bal kêşa ser çek firohtina Myanmarê û got: Di firotina çekan da Îsraîl di rêza ewilkî da ye.
♦ ufkumuzhaber/kurdî
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.