1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ji eşîrên erebên Mûsilê nameya Efrînê: Barzanî derî li me vekir, hûn jî kurdan biparêzin
Ji eşîrên erebên Mûsilê nameya Efrînê: Barzanî derî li me vekir, hûn jî kurdan biparêzin

Ji eşîrên erebên Mûsilê nameya Efrînê: Barzanî derî li me vekir, hûn jî kurdan biparêzin

A+A-

 

 

Eşîrên Mûsilê yên ereb ji bo rewşa Efrînê û operasyona artêşa Tirkiyê nameyek ji eşîrên erebên Sûriyê re şandin û tê de xwestin, destdirêjiya kurdan nekin, biratî û pêwendiyên navbera kurd û ereban biparêzin.

 

Di nameya ji bo peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê taybet hatiye gihandin de ku bi navê Şêx Mezahim Hewêt li ser navê Eşîrên Erebên parêzgeha Mûsilê bo eşîrên Sûriyê hatiye şandin, hat gotin, name ji Şêx Raf'Ogle Recu Şêxê Eşîra Şueytat û Serokê Civata Bilind a Eşîr û Hozên Sûriyê re şandiye û xwestiye dijminatiya kurdan nekin û biratiya xwe biparêzin.

‘BARZANÎ ŞEREF Û KERAMETA ME PARAST'

Di nameyê de tê gotin ku rêveberiya herêma Kurdistanê û bi taybet Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dema şerê DAIŞê xwedîtî li eşîr û hozên erebî kiriye û daxwaz ji kurên Eşîrên Erebî tê kirin, "Dûr bikevin ji her karekî dijminane li dijî gelê kurd li Sûriyê û dûr kevin ji her pirsgirêkeke taîfî."
Hat diyarkirin, "Eşîrên ereb li Mûsilê li dema hatine koçberkirin Bexda hemû dergeh li serme daxitin û Serok Mesûd Barzanî hemû dergehên Kurdistanê bo me valakirin û şeref û kerameta me jî parast, evca ji cenabê we dixwazkarin peywendya di navbera ereb û kurdan de biparêzin."

‘EM RÊ NADIN KES DESTDIRÊJIYA KURDAN BIKE'

 

Di berdewama nameyê de wiha tê gotin: "Kurdan li Sûriyê mafên wan gelek hatine binpêkirin herwekî çawa mafên we bin pê bûne, em bihevre xizm û pismamên hev in û peywendiya mam û birêza me heye. Ji bo parastina vê peywendiyê pêwîst dike li ser we hûn bi yek dest rawestin û rê nedin kes destê xwe dirêjî nava we bike û cudahiya di nav we de çêbike û helwesta serok Barzanî jî ji bîr nekin û rejîma Esed mafên ereb û kurd û tev Ol û neteweyan binpê kirine û em peywendî û biratya kurd û ereban diparêzin û rê nadin hîç kes ji eşîrên ereban destê xwe bo kesekî kurd dirêj bike û rê nadin di navbera me de pirsgrêkên taîfegerî hebin."

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.