
Ji Erdogan peyama Newrozê
A+A-
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan cejna Newrozê pîroz kir.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, li ser hesabê xwe yê Twitterê bi peyamekê Newroz pîroz kir.
Recep Tayyip Erdogan got “Newroza ku mizgîniya vejîna xwezayê û hatina biharê ye, ya xelkê me û hemû birayên me yên di erdnîgariya dilê me de ne pîroz dikim.”
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi serpereştiya HDPê li 75 bajar û navçeyan Newroz hat pîrozkirin.
Tevî hemû astengiyan hejmareke zêde beşdarî ahengên Newrozê bûn. Li Amedê Newroza herî qelebalix hat lidarxistin, ku bi sed hezaran kes beşdar bûn.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.