1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ji DYE-yê vegotina li ser Efxanistanê
Ji DYE-yê vegotina li ser Efxanistanê

Ji DYE-yê vegotina li ser Efxanistanê

A+A-


Mike Pompeo (Mayk Pompeo)yê wezîrê derve yê Emerîkayê bi serekdewletê Efẍanistanê re kombûneke çapemenîyê li dar xist û got “divê çavê koma Talîbanê ne lê be ku hêzên Emerîkayê ji Efẍanistanê der ‘kevin.

 

Li gora xebera IRNA-yê, Pompeo ji nişka ve û bê haydarkirina kesî serî li Kabîla payîtexta Efẍanistanê xist.

Eşref Ẍenîyê serekdewletê Efẍanistanê li koşka serekdewletîyê pêşwazîya Pompeoyî kir.

Ẍenî di hevkombûna çapemenîyê de axaft û got ew bi hev re destekê didin proseya aştîyê ya li welêt û encama wê hinbihin çêtir dibe.

Ẍenî got welatên Îslamê divên ji bo aştîya welatê wan tev bigerin.

Pompeo jî got ku “ew wek Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) proseya aştîyê ya li Efẍanistanê destek dikin û jê hîvîdar in.

Talîban bi şerî nikare tu tiştekî bi dest bixe. Bera Talîban hîç hîvîyê ji me neke ku em ji Efẍanistanê der ‘kevin.”

Tevgera Talîbanê gotibû ji bo ku ew tevlî proseya aştîya Efẍanistanê bibin divê hêzên Emerîkan ji welêt derkevin û dû re jî Emerîkayê vî tiştî bi lêv kir.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di sala 2001ê de bi hinceta têkoşîna bi madeyên hişbir û terorîzmê re êrîşî-kiçîmî Efẍanistanê kiribû. Ji wî zemanî ve li Efẍanistanê ewlehî peyda nebû û qaçaxçîtîya madeyên hişbir û berhemanîna wan bêtir bû.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

          

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.