
Ji Cîgirê Serokê YNKê Mele Bextiyar bo rêvebiriya Bexdayê peyvên giran
Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar ragihand ku 14 sal in Bexda mafê kurdan dixwe, lewma bi ti awayî baweriya me pê nemaye.
Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar di axaftina xwe de got: "Kurdan gelek bedelên giran dan. Digel vê rêvebiriya Bexdayê ev 14 sal in mafê kurdan dixwe û mueyîdeyên ekonomîk û siyasî li ser Kurdistanê disepîne. Lewma baweriya me bi Bexdayê nemaye."
‘WÊ RÊJEYA DENGÊ ERÊ YÊ SILÊMANIYÊ JI YA DIHOK Û HEWLÊRÊ NE KÊMTIR BE'
Mele Bextiyar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ti welatek bi giştî ne li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê ye.YNK li seranserê Kurdistanê piştgirê herî mezin ê referanduma 25ê Îlonê ye. Di referanduma serxwebûnê de wê rêjeya dengê erê yê Silêmaniyê ji ya Dihok û Hewlêrê ne kêmtir be."
Bextiyar di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hetanî serê sala 2018an wê hemleyên reformên ekonomîk ên Kurdistanê encam bidin û li Kurdistanê rewşa ekonomîk dê rast bibe."
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.