1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ji bo çi Amerîka piştgiriya Barzanî dike?
Ji bo çi Amerîka piştgiriya Barzanî dike?

Ji bo çi Amerîka piştgiriya Barzanî dike?

Rojnamevanê Washington Timesê Amerîkî Amstong Williams di gotara xwe de behsa bandora rêkeftina Amerîka û welatên din ya ligêl Îranê dike û herwiha piştgiriya Washingtonê ya bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî şirove dike.

A+A-

Rojnamevanê Washington Timesê Amerîkî Amstong Williams di gotara xwe de behsa bandora rêkeftina Amerîka û welatên din ya ligêl Îranê dike û herwiha piştgiriya Washingtonê ya bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî şirove dike. 

Williams behsa beriya rêkeftinê dike û diyar dike ku Îran yek ji wan welatan bûye ku alîkariya rêxistinên terorîstî kiriye û lewma jî pareyên wê di bankayên cîhanê de hatiye cemidandin. Herwiha dibêje ev rêkeftin rê ji Îranê re xweş dike ku ablûqeya ser xwe bişkîne. 

Amstrong Williams diyar dike ku Îran di destpêka sala 2003 de jî nexwestiye Amerîka destkariya Iraqê bike û bi rêya Şîeyan xwestiye pêşiya vê yekê bigre. Herwiha piştî vekêşandina hêzên Amerîkayê rê ji bo Îranê jî vebûye ku bi hêsanî destwerde nav karên Iraqê. Williams Fermandarê Artêşa Qurs a Îranê Qasim Silêmanî jî weke King Meikerê Iraqê pênase dike. 

Rojnamevanê navdar dibêje hatina DAIŞ’ê rê bo Îranê jî xweş kir ku bi rehetî destkariya karên navxweyî yê Iraq û Suriyê bike. 

Williams dibêje niha Amerîka rêyên tekoşîna li dijî DAIŞ’ê digere û ji bo vî jî piştevanên herî guncaw Kurd in û diyar dike ku, Bexda bûdçeya wan biriye, rê nade çekên nû jî bigehin destê wan. 

Amstong Williams vexwendina Mesûd Barzanî ya ji bo Washingtonê jî weke giringîdayîna pêwendiyên ligel Kurdan binav dike. Navborî dibêje partiya Barzanî rê nedaye Îranê ku çekan bişîne Suriyê û jiber vê jî Tahran ji Barzanî aciz bûye û dixwaze nav mala Kurd têk bide. 

Rojnamevanê Washington Times dibêje Îran dixwaze siyaseta navxwe ya Herêma Kurdistanê jî têk dide û pirsa dirêjkirina heyama Barzanî jî bi vê yekê ve girêdide. Herwiha dibêje, ligel qeyrana darayî û hemûna hejmarek zêde yê penaberan jî Kurdistan xwe liser lingan digre. Barzanî jî piştgiriya siyaseta rojava dike û alîkarî werdigre. Ev yek jî xweşa Îranê naçe. 

Amstong Williams dibêje Barzanî ji aliyê xelk ve hatiye hilbijartin, Pêşmerge jî rêz bo wî digre. Lê Îran bi rêyên dizî partiyên din ê Herêma Kurdistanê bikar tîne da ku rê li pêşiya Barzanî bigrin û desthilatê bidin parlamenê ku Îran jî bikare bi hêsanî destwerde nav karên wan. 

Williams dibêje şkestina Kurdistanê tê wateya şkestina hemû Iraqê. Bi vî awayî Îran dibe aktorê sereke li herêmê. Herwiha Îranek bihêz jî li herêmê dibe sedema şerê mezhebî. 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.