
Ji Binxetê re unîversîte
Li gora haydarîyan, Patrice Franceschi-yê nivîserê Fransiz û hin hevalên wî dê li bajarê Amûdê yê Binxetê unîversîteyekê û navenda kulturî ava bikin.
Dê navê navendê Navenda Kulturî ya Frankofona Rojava (CCFR) be û tê de li ser pisporîyên zanyarîyên teknîkî hînkarîya unîversîteyê jî hebe.
Li gora xebera Vatan-ê, ji bo ku Franceschi karibe pereyê procektê temam bike, di 23yê Çileyê Paşîn ê 2016ê de bi navê Fona Alîkarîya Asyayê (Fonds de dotation ASIA-FdA) foneke fermî-resmî ava kiriye.
Ji bo procektê li bajarê Amûdê devereke 5 hektarî hatiye dayîn.
Di şûnewarê-kampusê de avahîya hînkirinê, pirtûkxane-kitêbxane, odîtoryûmek, cîhên raketinê-razanê-nivistinê û cîhên sîporê û pêşkêşkirinê dê hebin.
Li gora haydarîyan, dê lêkoler, hunermend û geştîyar li unîversîteyê û navenda kulturî derse bidin.
Patrice Franceschi endamekî kevn î sepeya-ordîya Fransayê ye. Pirtûka-kitêba wî ya paşîn “Mourir pour Kobané (Mirina ji bo Kobanê) ye.
♦ufkumuzhaber/Kurdî
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.