1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ji Besrayê daxwaza statuya wek a Herêma Kurdistanê
Ji Besrayê daxwaza statuya wek a Herêma Kurdistanê

Ji Besrayê daxwaza statuya wek a Herêma Kurdistanê

A+A-


Li Besraya li başûrê Îraqê xwenîşandan dewam dikin. Besra, digel ku bi petrola xwe dewlemend e lê kêmasîya xizmetan, birrînên elektrîkê û gendelî heye.

 

Endamên meclisa bajêr, ji bo ku ew der jî wek Birêvebirîya Herêma Kurdistana Îraqê bibe herêmeke federal, 15 îmze berhev kirin.

Li gora xebera Russia Todayê, dê meclisa hêrêmê van îmzeyan pêşkêşî ḥikûmeta federal bike.

Mecîd Elhesenîyê endamê meclisa bajarê Besrayê dibêje “ji bo ku Besra karibe dewlemendîyên-zengînîyên xwe bi kar bîna û bi pêş ve here, divê bajar bibe herêmeke federal. Maneya vê yekê veqetîna ji Îraqê nîne. Xelq wisa dixwaze.”

Hinek wekîlên Besrayê ev çend sal in di parlemena Îraqê de ji bo vî awayî kar dikin lê ew daxwaza ji alîyê partîyên din ve nayê qebûlkirin.

Herweha hemû wekîlên Besrayê jî wisa nafikirin, dibêjin ev daxwaza siyasî ye.

Waîl Ebdulletîfê wekîlê azad ê bere di sala 2008ê de ji bo federatîfbûnê 35 hezar îmze berhev kiribû.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

        

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.